Li Til Temirê cenazeyên 3 şervanan hate veşartin

Welatiyên bajarê Til Temir û gundên Çiyayê Kizwanan cenzeyên 3 şervanên ku di Pêngava Xezeba Firatê de jiyana xwe ji dest dabûn li Goristana Şehîdan a Til Temir veşartin.

Bi sedan welatiyên bajrê Til Temir, gundewarên wê û Çiyayê Kizwanan li pêşiya Navenda Meclîsa Malbatên Şehîda ya bajêr kombûn û cenazeyên şervanên YPG`ê Cemîl Ehmed (Zagros Til Temir) ê ji gundê Um El-Kêf, Beşar Elo(Şervan Til Temir) ê ji gundê Til Hefyan û şervanê hêzên Erka Xweparastinê Husên Ebulbekir êji gundê El-Cifir a Çiyayê Kizwanan ên ku di Pêngava Xezeba Firatê de jiyana xwe ji dest dabûn, ji bo definkirinê ber bi goristanê ve ketin rê.

Merasîma li Navenda Meclîsa Malbatên Şehîdan hate organizekirin bi rêzgirtina leşkerî ya ji aliyê YPG`ê ve destpê kir. Paşê li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan, YPG`ê û malbatên her 3 têkoşeran axaftin hatin kirin.

 Fermandarê YPG`ê Botan Cûdî di axaftina xwe de li ser êrîşên dagirkeriya Tirk li ser Qereçox û Şengalê axivî û wiha got: ʺHêzên Tirkiyê duh navendên hêzên me li Qereçoxê topbaran kirin, armanca van êrîşan ew e ku îradeya biratiya gelan a Rojava û Bakurê Sûriyê kirine hedef, lê em bi navê YPG`ê bersiv didin û ji wan re dibêjin hûn çi bikin jî em ê li ber xwe bidin û heta dawiya em ê parastina welatê xwe bikin.ʺ

Fermandar Botan Cûdî di dewama axaftina xwe de got: ʺ Em careke din li hemberî van Şehîdan soza xwe nû dikin ku em ê têkoşîna xwe bidomînin heta tevahî armancên ku ji bo wê jiyana xwe feda kirine, pêk bînin.ʺ

Paştre li ser navê Maclîsa Malbata Şehîdan a Til Temir endamê Rêveber ê Meclîsê Ebdulbaqî Kotî axivî û di serî de Şehîdên di êrîşên dijberiya Tirk de li Qereçox û Şengalê şehîd bûne bibîr anîn û wiha got: ʺŞehîd pêşengên me yên manewî ne heta dawiyê em ê şopdarê wan bin. Em soz didin em ê rêbaza wan ku li ser fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan heta dawiyê, bimeşin.ʺ

 Li ser navê malbatên hersê şehîdan jî axaftin hatin kirin, apê şehîd Şervan, Ehmen El-Elo di axaftina xwe de wiha got: ʺŞehîd Şervan tabloyeke ciwan a biratiya di nava gelên herêmê de careke din xêz kir. Bi navê malbata Şehîd Şervan em berxwedana lehengên YPJ/YPG`ê û QSD`ê silav dikin û soz didin em ê rêya wan bişopînin.ʺ

Di dawiya merasîmê de nasnameya hersê şehîdan ji aliyê Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Riweyde Remedan ve hatin xwendin û radestî malbatan hatin kirin.

Cenazeyê şervanan li goristanê bi dirûşim û tilîliyan ve hate veşartin.