Li Tendûrekê derbên xurt li leşkeran hate dayîn

Di şerê li Çiyayê Tendûrek ê Agiriyê qewimî de gelek leşker hatin kuştin.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatin girtin, li Çiyayê Tendûrek ê navçeya Bazîd a Agiriyê di navbera leşkerên ku derketin operasyonê û gerîlayên HPG’ê de şer qewimî. Di şer de gelek leşker hatin kuştin. Kuştî û birîndarên leşkeran bi helîkopterê hatin rakirin.

Çavkaniyên Tirk diyar kirin k udi şer de 2 leşker hatine kuştin û 11 leşker jî birîndar bûne.  Hat diyarkirin ku şerê herêmê hê jî didome û gelek ambûsans sewqî herêmê hatine kirin.

Têkildarî mijarê hê HPG’ê daxuyaniyek nedaye. Hat diyarkirin ku şer hê didome.