BI DÎMEN

Li Tebqayê du cihên girîng ji dest DAIŞ’ê hatin girtin

Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Taxa El Weheb û Stesyona Radyoyê ji dest çeteyan paqij kir û kire jêr kontrola xwe. Di şer de 20 çete jî hatin kuştin.

Pêşveçûna şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) a ber bi navenda Tebqayê ve didome. Di van du rojên dawî de şervanên QSD’ê ku ketin mezintirîn taxê El Weheby’ê şevê dî tax bi temamî azad kir.

Şervanên li rojavayê bakur ê Tebqa jî derbeke giran li çeteyan xistin û stesyona radyoyê bi dest xistin.

Di şerê du rojên dawî de 2 jê sekvan ji 20’an zêdetir çete hatin kutşin. Diyar bû ku ji 10’an zêdetir çete jî bi saxî hatine girtin.

 

 

Şervanên QSD’ê di van du rojên dawî de li gel 2 depoyên ku çeteyan mayin lê çêdikirin, du tornayên çekan û depoyeke ku topên hawanê lê çêdikriin bi dest xistin. Di şer de yek jê bi doçka, yek jê bi bombe 4 wesayitên sabotajê hatin rûxandin. Şervanan her wiha tangek, yek rampaya Katyuşa, 71 rokêt, 11 keleş, 2 BKC, yek cîhaza termal, 3 kompîtir, 5 kamera, 1000 qalibê mayinan, 30 mayinên ku bi destan hatine çêkirin, 3 pergalên ji dûr ve têne kontrolkirin, yek rampaya topê hewanê bi dest xistin.

Hêzên Koalîsyonê jî di du rojan de êrîşa hewayî bi ser mewziyên DAIŞ’ê de anî.
Şervan gav bi gav di nav bajêr de bi pêş ve diçin.