Li Tebqayê 26 çete hatin kuştin
Çeteyên DAIŞ'ê êrîşî dorhêla Tebqayê kirin û şervanên QSD'ê jî bersiveke tund dan çeteyan. Di encamê de 26 çete hatin kuştin.
Çeteyên DAIŞ'ê êrîşî dorhêla Tebqayê kirin û şervanên QSD'ê jî bersiveke tund dan çeteyan. Di encamê de 26 çete hatin kuştin.
Çeteyên DAIŞ'ê danê vê sibehê saet di 05:00 de êrîşî gundê Ayid Kebir ê li rojavayê Tebqayê û gundê Mişerfa yê li navbera Tebqa û Meskenê kirin.
Şervanê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bersiveke tund dan çeteyên êrîşkar û di encamê de 26 çete hatin kuştin. Her wiha 3 wesayîtên doçka li ser, 3 wesayîtên leşkerî û wesayîteke zirxî hatin rûxandin.
Navenda bajarê Tebqayê roja 2'ê Gulanê, bendava Tebqayê jî duh ji çeteyên DAIŞ'ê hatibûn paqijkirin.