Nûçeya Lezgîn: Ji Rêber Apo banga dîrokî

Li Suweydiya Mezin şerê dijwar: 73 çete hatin kuştin

Di çarçoveya Operasyona Rizgarkirina Rojavayê Reqayê de, liSuweydiya Mezin şerê dijwar diqewimin. Heta niha ji sedî 70 bajerok hatiye rizgarkirin, 73 çete hatine kuştin.

Pêngava duyemîn a ji bo rizgarkirina rojavayê bajarê Reqa ku di 10’ê Kanûna 2016’an de ji hêla Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê ve hatibû dest pê kirin, bi hemû leza xwe didome. Di saetên serê sibehê de şervanên Xezeba Firatê ketin bajerokê Suweydiya Mezin û heta van kêliyan jî şerê dijwar diqewime. Li gorî agahiyên ji çeperên şer hatin girtin, ji sedî 70’yê bajerokê hatiye kontrolkirin û niha şer li taxên başurêrojavayê bajerokê ku dikeve aliyê Çemê Firatê, dewam dike.

Di şer de heta niha tankek, obusek, hawanek û wesayiteke bombebarkirî hatiye rûxandin, her wiha 73 çete jî hatine kuştin.

Suweydiya Mezin ji bo teqwiyeya hêzên DAIŞ’ê bajerokekî girîng e û hemû wesayitên bombebarkirî li vir dihatin amade kirin. Bi rizgarkirina vê bajerokî re, wê têkiliya di navbera bajar û Bendava Tebqa û Reqayê de qut bibe.