Li Pirsûsê 3 kes hatin destgîrkirin
Di operasyonên qirkirina siyasî de li Pirsûsê 3 endamên HDP’ê hatin destgîrkirin.
Di operasyonên qirkirina siyasî de li Pirsûsê 3 endamên HDP’ê hatin destgîrkirin.
Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê di operasyonên destê sibê de polîsan girtin ser malan û endamên meclîsa şaredariyê yên HDP’ê Fatma Taş Ekmez, Sûphî Koçyîgît û rêveberê partiyê Vahît Akgun destgîr kirin.
Hate ragihandin ku kesên hatine destgîrkirin ew birina Gerînendetiya Emniyetê ya Bajêr.