Li Sûrê vekirina buroya hilbijartinê: Em ê hesaba Dayika Taybet bipirsin!

Hevberdevkê Partiya Çep a Kesk a Amedê Abbas Şahîn got, “Çawa ku em vekirina buroyên xwe zêde dikin, dest bi amadekirina valêzên xwe dikin! Em ê hesaba Dayîka Taybet û hemû êrîşan bipirsin.”

Partiya Çep a Kesk li gundê Til Elo yên navçeya Sûr a Amedê buroya hilbijartinê vekir. Hevberdevkên Partiya Çep a Kesk ên Amedê Pinar Sakik Tekîn û Abbas Şahîn, endam û rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên navend û navçeyan û nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî beşdar bûn. Buro bi alên Partiya Çep a Kesk hate xemilandin. Beriya vekirinê bi stranên Kurdî re govend hate gerandin. 

‘EM Ê HESABA DAYIKA TAYBET Û HEMÛ ÊRÎŞAN BIPIRSIN’

Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk ê Amedê Abbas Şahîn ê ewilî axivî wiha got: “Çawa ku em vekirina buroyên xwe zêde dikin, dest bi amadekirina valêzên xwe dikin. Van xwîn xwaran ji bilî hêsirên çavan tiştek nedan. Em ê hesaba van hemûyan bipirsin. Dema em çûn ser sindoqan em ê Dayika Taybet ji bîr nekin û hesaba hemûyan bipirsin. Ewilî şaredarên me xest kirin, bi taybetî jî saziyên çandê û jinan ji talanê re vekirin. Em li ser axa xwe weke penaberan lê hatin. Em ê di 14’ê Gulanê de tax bi tax bixebitin û bibin bersiv.”

Hevseroka HDP’a Bajêr Gulistan Atasoy jî diyar kir ku ji hilbijartinan re 33 roj mane û wiha got: “Em ê di 14’ê Gulanê de bi dirûşmeya ‘Jin jiyan azadî’ ber bi serkeftinê ve biçin.”

Piştî axaftinan bi çepik û tilîliyan buro hate vekirin.