Li Sûrê talan didome

Li Sûrê li taxên ku ji aliyê AKP’ê ve biryara hilweşandinê hatine dayîn ji mizgeftan anonsên “Heta 1’ê Gulanê malê xwe vala bikin” tên kirin.

Li Navçeya Sûr a Amedê ku berî çend mehan biryara hilweşandinê hatibû dayîn û girtenameya ‘Malê xwe vala’ bikin, wê roja Sêşemê taxên Alîpaşa û Lalebey bên hilweşandin.

Duh li Sûrê anonsa “Heta 1’ê Gulanê malên xwe vala bikin’ li 3 mizgeftan hate kirin, îro jî hate dubarekirin. Li gorî anonsê ku ji aliyê walîtiyê ve biryar hatine dayîn, wê li du taxên ku dest bi hilweşandinê bikin wê roja Şemiyê av û elektirîk lê bên qûtkirin.