Li Stockholmê şehîdên Çewlik û Dersimê hatin bibîranîn

Gerîlayên ku li Çewlik û Dersimê şehîd bûne, li Stockholmê ya ku paytexta Swêdê ye bi çalakiyekê hatin bibîranîn.

Gerîlayên ku di 17’ê Tebaxê de li Çewlikê şehîd bûbûn fermandara YJA Starê  Dîcle Zafer (Raîfe Elmas), Ferhad Rodî (Saygi Aydin), Reşît Çewlik (Veysel Alparslan), Yona Dersim (Erol Ûlûca), Zîn Xweza (Sûna Acû) û gerîlayên ku di 17’ê Îlonê de li qada Rojdere ya Dersimê şehîd bûbûn Arjîn Malazgîrt (Asli Akin), Azîme Çinar (Fatime Saltan), Dîcle Gilîdag (Kesîre Bîlîcî), Safkan Ardahan (Muhammed Aşçi) li Stockholmê ya ku paytexta Swêdê ye, hatin bibîranîn.

‘NE BI ŞÎNÊ, BI TÊKOŞÎNÊ EM DIKARIN LAYÎQÎ WAN BIN’

Piştî sînevîzyona li ser şehîdan Hevserokê Navenda Civakî ya Kurd a Demokratîk a Stockholmê Latîf Cebe diyar kir ku 9’ê Cotmehê roja destpêka komploya li ser Ocalan û gelê Kurd e û got ku “Di vê pêvajoyê de gelek têkoşer şehîd dibin. Girêdana bi şehîdan re, girêdana bi Rêber Apo ye. Xwedîlêderketina şehîdan tê wateya azadiya Rêbr Apo. Ne bi girî û şînê, em bi têkoşînê dikarin layîqî wan bin.”

Keça xaltîka Dîcle Zafer Nazli Gok diyar kir ku Zafer şehîda gelê Kurdistanê ye û bi domandina têkoşîna wê, ew ê bîranîna wê bidin jiyîn.

Salih Gok jî diyar kir ku ew Zafer ji nêz ve nas dike û 17 saliya xwe de tevlî refên têkoşîna azadiyê bûye. Gok diyar kir ku cenazeyê Zafer hê jî nehatiye dayîn û got ku, “Vê helwesta dijmin, têkoşîna me geştir dike. Em ê heta dawiyê girêdayî Rêber Apo û rêhevalên xwe bin.”

Çalakger Sûltan Oger jî got ku, “Rêheval Dîcle di pêvajoya artêşa jinan de peywir stendibû. 20 salan bênavber têkoşiya û hevaleke me ya pêşeng bû. Jiyaneke normal qebûl nekir, di warê siyasî, leşkerî û fikrê de xwe bi pêş ve bir.”

Bibîranîna şehîdan bi stranên Evîn Akbaş û bi sloganên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Jin, jiyan, azadî’ bi dawî bû.