Li Stockholmê ji bo Ararat Zerzan bîranîn û taziye

Li bajarê Stockholm a ku paytexta Swêdê ye, Bêrîvan Onal (Ararat Zerzan) a ku 1’ê Îlona 2020’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûye, hate bîranîn.

Li Stockholmê Bêrîvan Onal a ku Navenda Parastina Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê doh diyar kirî di encama birûskê de şehîd bûye hate bîranîn.

Di çalakiya bîranînê û taziye ya ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Swêdê ve hatî lidarxistin de, deqeyek rêzgirtin û di derbarê jiyana Şehîd Ararat Zerzan de sînevziyon hate pêşandan.

Ji Meclisa Jinan a Amara Ayşe Goktepe ya ku moderatoriya civînê dikir axivî û diyar kir ku di demên dawî de gerîla li dijî êrîşên dewleta Tirk berxwedanên mezin nîşan da û got, “Şehîd bi qehremaniya xwe me zêdetir nêzî azadiyê dike.”

Hevseroka Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Stockholmê Mirhem Yigît, di kesayeta Bêrîvan Onal de şehîdên Kurdistanê bi bîr anî.

Yigit got: “Em ji bo şehîdan çi bikin, navê wan li çiyayan, parkan û li ser beran bi herfên zêrîn jî binîvîsin kêm e.”

Hevseroka Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) Swêdê Zeyneb Morad anî ziman ku gerîlla li çiyayên Kurdistanê li ber xwe didin û kesên ku li Ewropa dijîn bi raya şehîdan dikarin rehet jiyana xwe bidomînin.

Hevserokê Giştî yê KNK’ê Ahmet Karamûs di destpêka axaftina xwe de li ser navê KNK’ê sersaxî ji malbata Onal û gelê Kurd re xwest û da zanîn ku şehîdan ew sînorên ku dagirkeran di nava Kurdan de danî ji holê rakirine.

KASIRGA: ŞEHÎD RÛMETA HEMÛ MIROVAHIYÊ RIZGAR DIKE

Serokê Koma Partiya Karkeran a Sosyal Demokrat ê Şaredarê Stockholmê Kadir Kasirga got ku “Şehîd ne tenê rûmeta Kurdistanê, rûmeta hemû mirovahiyê diparêze. Kasirga bi bîr xist ku şehîd ne tenê ala Kurdistanê ya mirovahiyê bilind dike.

Hevseroka Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Swêdê Nadîa Saleh got: “Şehîdên me şehîdên 50 milyon Kurdan e. Şehîdên neteweyekê ne. Bi saya şehîdan dijmin nikare îrade û rûmeta me bişkêne. Şehîd nasnameye gel e.”

Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Swêdê Ridvan Altûn diyar kir ku şehîdan li Kurdistanê şitlên nû dan jiyanê û ji bo rizgariya gelê Kurd xwe feda dikin.

Pismamê Şehîd Bêrîvan Onal Yûsûf Onal jî got ku ew bi Bêrîvanê re mezin bûye û wan li heman dibistanê perwerde dîtiye û diyar kir ku dotmama wî şehîda hemû gelê Kurd e.

Taziyeya ku îro (Şemî) seat 12:00’an li avahiya komeleya li semta Frîdhemsplan a Stockholmê despê kirî, wê heta roja Yekşemê 28 Sibatê seat 18:00’an dom bike.