BI DÎMEN

Li Stavrapolê komploya navnetewî hat şermezarkirin

Komploya navnetewî ya ku di sala 1999’an de li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû kirin, bi daxuyaniyekê li navçeya Novoalêksandrovskê ya herêma Stavrapolê ya Rûsyayê hat şermezarkirin.

Li herêma Stavropolê li Mala Çandê ya Gundê Fêldmarşala yê girêdayî navçeya Novoaleksandrovkê bi boneya şermezarkirina komploya navnetewî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di sala 1999’an de hatibû kirin, daxuyanî hate dayin.

Di daxuyaniyê de Hevserokê Otonomîya Kurdên Herêma Stavropolê Huseynê Çerkez axivî û hêzên komploger bi tundî şermezar kirin. Çerkez da diyarkirin ku bêdengiya hemberî tecrîd û êşkenceyê û bêdengîya li ser êrîşên curbecur tê weteya berdewamîya komploya navnetewî. 

Çerkez dawam kir û got: “Dijminên gelê Kurd çi dikin bila bikin, wê di plana xwe de bi ser nekevin. Ji ber ku gelê Kurd li dor Rêberê xwe xelekeke ji pola ava kiriye û li see şopa wî dimeşe. Serkeftin wê ya gelê Kurd be.”

Piştre berpirsiyarê çandê yê Otonomîya Kurdên Herêma Stavropolê Mehmedê Ferman axaftin kir. Ferman hêzên komploger şermezar kirin û bal kişand li ser rewş û pêvajoya ku Kurd di nav de ne. Ferman diyar kir ku “Ew ramana ku Rêber Apo daye me wê ti carî ji dil û mêjiyê me dernekeve. Em ê tim li ser rêça wî bimeşin.” 

Çalakî bi berzkirina dirûşmeyên "Bimre Komploger" û "Bijî Rêber Apo" bi dawî bû.