Li bajarê Bokan ê Rojhilatê Kurdistanê îro danê nîvro di navbera taxima gokê Serdar Bokan û taximên Îstîklal ên bajarê Avhas lîstikên gokê hebûn. Bi hezaran temaşevanên çûne stadyumê bi dirûşmeyan berxwedana Efrînê silav kirin.
Berî lîstika gokê dest pê bike bi kêliyekê temaşevan rabûn ser piyan û bi dirûşmeyên 'Em Berxwedana Efrînê Silav Dikin' , 'Efrîn ne bi tenê ye' , 'Bimre Erdogan', 'Bimre Tirkiye' êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk ên li hember Efrînê protesto kirin.
Temaşevanan herwiha pankartên bi nivîsên "Bijî berxwedana YPG'ê, Bijî berxwedana YPJ'ê" vekirin.