Li Sirînê cenazeyên 4 şervanan hatin veşartin

Bi sedan welatiyên bajarokê Sirînê cenazeyên 4 şervanên YPG’ê yên ku di Pêngava Sêyem a Xezeba Firatê de şehîd bibûn, li goristan bajêr veşartin.

Bi sedan welatiyên bajaroka Sirînê li pêşiya Saziya Malbatên Şehîdan kom bûn, cenazeyên şervanên YPG′ê Casim Ehmed Îsmayîl, Elî Mehmûd Rewad, Nasir Elî Tirkî, Mihemed Bilas Tirad ên ku di Pêngava Sêyem a Xezeba Firatê de şehîd bibûn, wergirtin û ber bi goristana bajarokê ve ketin rê.

Li goristanê merasîmek hate lidarxistin. Endamê Saziya Malbatên Şehîdan a bajarokê Nasir Mehmûd axivî û diyar kir ku şervanên azadiyê her tiştê xwe yê giran buha fedayî azadî û demokrasiyê kirin û wiha got: ″Şehîd jiyaneke nû li ser bingeha biratiya gelan û jiyana hevbeş ava dikin.″

Endamê Buroya Hilbijartinan a bajarokê Şêx Hisên El Bû Şaban sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got gelê herêmê bi saya fedekariya cangoriyên azadiyê li ser axa xwe dijîn û wiha anî ziman: ″Xaka Bakurê Sûriyê bi xwîna şehîdên ji hemû pêkhateyên Sûriyeyê hatiye avdan. Divê gelên herêmê şopdarên rêya şehîdên xwe bin û li xwîna wan xwedî derkevin.″

Piştî axaftinan, cenazeyên cangoriyan li goristana gundê Sêgul ê dikeve rojhilatê gundê Kerdoşan bi dirûşima “Şehîd Namirin” ve hatin veşartin.