Li Sine û Ûrmiyê Newroz bi coş hat pîrozkirin

Tevî hemû astengiyên ku rejîma Îranê derdixîne, welatiyên bajarên Sine û Ûrmiyê li qadên Newrozê kom bûn û li ber agirê Newrozê govend gerandin.

Pîrozbahiyên Newrozê hemû salê tevî astengî û qedeqeyên ku rejîma Îranê li pêşberî pîrozbahiya komî ya gelê Kurd ên Rojhilatê Kurdistanê derdixîne jî lê gelê Kurd ên Rojhilatê Kurdistanê dest ji çanda xwe bernade û pîrozbahiyên Newrozê li dar dixîne. Di vê çarçoveyê de welatiyên bajarên Sine û Ûrmiyê jî astengî nas nekirin û bi kelecan û coşeke mezin Newroz pîroz kirin.

Ûrmiyeyî û Sineyiyan danê êvarê li qadên xwe hatin ba hev bi pêxistina agirê Newrozê re dest bi pîrozbahiya Newrozê kirin.

Tevî hewaya sar a herêmê jî beşdaran heya saetên dereng ên şevê li dora agir govend gerandin.