Li Silopyayê Newroza bi heybet: Qad têra gel nekir

Bi hezaran kes tevlê pîrozbahiya Newroza bi heybet a Silopiyayê bûn.

Di pîrozbahiya Newroza Silopiyayê de ku bi dirûşma “Dem dema serkeftinê ye” hat lidarxistin, bi deh hezaran kes herikî qadan û bi rengên xwe qad xemilandin. Pîrozbahiya Newrozê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir û piştre jî girseyê bi hev re dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kirin.

Hêj di saetên zû yên serê sibehê de xelkê Silopiyayê bi coşeke mezin ber bi qada Newrozê ve herikî. Qada Newrozê ewqas tije bûbû ku gelek kes neçar man ku li derveyî qadê Newrozê pîroz bikin. Li ketina qada Newrozê du noqteyên kontrolê hatibûn danîn û welatî piştî lêgerînên li van noqteyan ketin qadê. Di pîrozbahiyê de dahol û zirne hatin lêxistin û girseyê xelekên govendê gerandin.

Girseya ku li ber stranên Batman Kollektîfê xelekên govendê gerandin, gelek caran dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kirin. Hejmareke zêde ya girseyê ji ciwanan pêk dihat û coşa li qadê qet daneket. Beşdaran, li dora platforma ku wê Dayikên Aştiyê agirê Newrozê lê vêxista girtibûn û bi saetan govend gerandin.

Di pîrozbahiya Newrozê de hevserokên DBP’a Şirnexê, hevşaredarên Silopiyayê, aktîvîstên TJA’yê, Dayikên Aştiyê, endam û rêveberên MEBYA-DER’ê û Star Gunduz û Mehmet Bilgeç ku piştî 30 salan ji girtîgehê derketibûn beşdarî pîrozbahiyê bûn.

Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz di pîrozbahiyê de diyar kir ku bi deh hezaran kes li qada Newrozê kom bûne û weke Kawayan wê êrişên Dehaqan têk bibin. Kaçmaz, got ku dem dema serkeftinê ye.

Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nûran Îmîr jî destnîşan kir ku îro li Silopiyayê bi deh hezaran kes bi yek dengî berxwedana xwe diqîrin û wiha domand: “Ev Newroz; Newroza hebûna me, azadiya me û destkeftiyên me ye. An azadî, an azadî.”

Piştî axaftinan jî parlamenterên HDP’ê û Dayikên Aştiyê agirê Newrozê vêxist. Bi vêxistina agirê Newrozê re bi deh hezaran kesan bi yek carê dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin. Piştre jî Koma Hîvron derket ser dikê û stranên xwe gotin.

Piştî stranên Koma Hîvron, hevşaredara Nisêbînê Semîre Nergîz axivî got ku Silopiya bajarê berxwedanê ye û îro jî peyama berxwedanê da ye.

Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş jî di pîrozbahiyê de axivî û ev tişt anî ziman: “Newroz; berxwedan, aştî, azadî û hewlda hebûna ye. Newroz; Zekiye û Ronahî ye. Em ê têkoşîn û berxwedana wan bi ser bixin. Hezar silav ji bo Denîz Poyraz, Kemal Kurkut, Mehmet Tunç, Pakîze Nayir û Aysel Yukselan. Ew, şehîdên Kurdistanê ne.”

Dema ku Ozguneş navê siyasetmedarên di girtîgehê de tîna, girseyê bi dirûşma “Bijî Serok Apo” bersiv da. Ozguneş, wiha dawî li axaftina xwe anî: “Tecrîda girankirî ya li ser Birêz Ocalan, ev bi sala ye berdewam dike. Em ê deriyên wan girtîgehan bişikînin û wan azad bikin. Tililiyên dayikên me dê deriyên girtîgehan bişikînin. Serkeftin a me û têkçûn jî wê bikeve para wan.”

Piştî axaftinan, hunermend Talat Yeşîl û Cevdet Bagca derketin ser dikê. Pîrozbahiya Newrozê bi govend û dirûşman bi dawî bû.