Li Silopiyayê gelek ciwan hatin destgîrkirin

Polîsên Tirk serê sibehê li navçeya Silopiya ya Şirnexê avêtin ser gelek malan, gelek kes destgîr kirin.

Beriya hilbijartinên 14'ê Gulanê bi taybetî li hemberî Kurdan pêleke nû ya zext û zordariyê hatiye destpêkirin.

Bi hinceta lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê, li taxên Nûr, Barbaros û Cûmhûriyetê yên navçeya Silopiyayê avêtin ser gelek malan.

Di serdegirtinan de alavên li malan bi rengekî kêfî hatin belavkirin û Mehmet D. Ridvan D., Ozcan K. Ûmût O. û gelek kesên navên wan nehate hînbûn hatin destgîrkirin.

Li gorî agahiyan yên hatin destgîrkirin hemû ciwan in. Hinceta destgîrkirinê jî nehate eşkerekirin.

Bi taybetî ji 25'ê Nîsanê û vir ve bi rengekî girseyî destgîrkirin tê kirin. Li Amed, Stenbol, Enqereyê di operasyonên qirkirina siyasî de rojnamevan, siyasetmedar, hunermend, sendîkavan û parêzer jî di nav de bi sedan kes hatin destgîrkirin.