Li Silopiya binçavkirin zêde dibin

Di serdegirtinên li hin malên li Taxa Cûmhûriyet a li navçeya Silopiya ya ku terora dewleta Tirk di roja 15. de didome, hejmara binçavkirina zêde dibin.

Di serdegirtinên li hin malên li Taxa Cûmhûriyet a li navçeya Silopiya ya ku terora dewleta Tirk di roja 15. de didome, hejmara binçavkirina zêde dibin.

Li navçeya Silopiya ya Şirnexê terora dewletê di roja 15. de didome, tevî hemû êrîşan jî polîs û leşker nikarin bikevin taxan, vê carê jî davêjin ser malan û binçavkirin dane destpêkirin. Li Taxa Cûmhûriyet leşker û polîsan bi ser de gelek malan girtin.

Di encama serdegirtinan de Mazlûm Ozmen (24) ê di amîrtiya zabite ya şaredariyê de dixebitî, Sûphî Ogel (31) û gelek kesên ku navên wan nehate zelalkirin hatin binçavkirin.

Dîsa duh êvarî di encama serdegirtinên li Taxa Cûdî de Kasim Elmas, Alî Ormanli, Ahmet Alas û Îzbat Zeyret hatibûn binçavkirin.

Elmas, Ormanli, Alas û Zeyrek birin Emniyeta Silopiyayê, der heqê yên din ên hatibûn binçavkirin ti agahiyên bê ka çûne ku derê nehate girtin.