Bi sedan kes li Silêmaniyê li dijî çekên kîmyewî rabûn

Bi tevlîbûna sedan kesî li Silêmaniyê êrîşên dagirkeriyê, bikaranîna çekên qedexe, gazên jehrî hatin protestokirin. Di çalakiyê de banga rawestandina êrîşên li ser Başûr û Rojava hate kirin.

Li Silêmaniyê bi pêşengiya Însiyatîfa Berxwedana Li Dijî Dagirkeriyê meşa li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û bikaranîna çekên kîmyawî dest pê kir.

Çalakvan li Rêya Saholeke kom bûn û heta ber Baxê Giştî meşiyan.

Di meşê de bê navber dirûşmên li dijî dagirkeriyê û rawestanina êrîşan û bikranîna çekên qedexe hate kirin.

Li ber Baxê Giştî li ser navê Însiyatîfa Berxwedana Li Dijî Dagirkeriyê Nebez Xalid axivî û diyar kir ku îro li çar parçeyên Kurdistanê êrîş hene. Xalid destnîşan kir ku divê li ber van êrîşan têkoşîn û berxwedaneke hevpar bê kirin.

Piştre Endama Desteya Rêveber a Tevgera Azadî ya Civaka Kurdisatan (Tevgera Azadî) Sara Reza  daxuyanî xwend.

Reza diyar kir ku dewleta Tirk bi nêzîkbûna Peymana Lozanê re ku sed sal li pey xwe dihêle, dixwazin Kurdistan sed sal din dagirkirî bimîne û got “Dixwazin gelê Kurd ji azadiyê dûr bixin, ew destkeftiyên di nava sed salan de bi dest xistî jî ji destan were stendin.”

‘BI BERXWEDANÊ DESTKEFTÎ HATINE BIDESTXISTIN’

Reza qala serketinû destkeftiyên bi berxwedanê hatî qezenckirin kir û wiha domand: “Bi berxwedana û têkoşîna ku hate niha li du parçeyên Kurdistanê hikûmet û Rêveberiyeke Xweser hatiye avakirin. Li du beşên din jî têkoşîna azadiyê geş bûye, dagirker û desthilatdaran çok lê danîne erdê. Dijminên azadiya gelê Kurd ketiye nava hemû hewldanan ku gelê Kurd azad nebe. Ji bo wê bênavber êrîşan dike.”

‘METIRSIYÊN MEZIN ÎRO HENE’

Endama Desteya Rêveber a Tevgera Azadî Sara Reza anî ziman ku şerekî giran li Rojhilata Navîn hey û ev anî ziman: “Dewleta Tirk jî ji vê sûdê digire, berê xwe daye gelê Kurd. Metirsiyên îro hene ji her demê bêhtir in. Nêzî du mehan e, êrîşên giran li ser Rojava hene. Di van êrîşan de hemû sazî û qadên xizmet û civakî dibin hedef.”

‘HER CÛRE ÊRÎŞÊN QEDEXE TÊN KIRIN’

Reza qala êrîşên dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê kir û ev nirxandin kir: “Li Başûrê Kurdistanê jî her roj êrîşên dagirkeriyê zêdetir bûne, hemû cûrên çekên di qada navneteweyî de qedexe ne, tên bikaranîn. Di nava van çekan de çekên taktîk nukleer, gazên jehrî, bombeyên Nepalm hene û ev çek hemû qedexe ne. Tevî bi dehan belge jî em dibînin qada navneteweyî bêdeng e. Li gel vê jî tecrîdeke giran li ser Rêber Apo heye.

‘HELWESTÊN XWE DIYAR BIKIN’

Divê di serî de hêzên navneteweyî, tevgerên azadîxwaz dengê xwe li ber vê bilind bike. Dîsa CPT bi erka xwe rabe. Divê bi helwest û berxwedana xwe bikin ku ev sazî helwesta xwe li ber vê diyar bike û bi erka xwe rabe.

Li vir erk dikeve ser milê her ferdekî yê civakî. Di vê qonaxa hestyar de, divê hemû gelê Kurd û tevgerên siyasî û civakî li dijî dagirkeriyê xwedî helwest bin. Nebin qûrbanê peymaneke din a sed salî.

Ji bo vê bang li hemû sazî, partî û tevgerên mirovî dikin ku bi erkê xwe yê mirovî û wijdanî rabin li ber êrîşan xwedî deng bin.”

Çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.