Li Silêmaniyê li dijî êrîşa dewleta Tirk meşek girseyî hat lidarxistin

Li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê, li dijî êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li ser balafirgeha Silêmaniyê, meşek girseyî hate lidarxistin.

Di saetên êvarê de li Cadeya Salim a Silêmaniyê bi tevlîbûna gelek kesayet û welatiyên Silêmaniyê meşek li dijî êrîşa dewleta Tirk a li ser balefirgeha Silêmaniyê hat lidarxistin. Meşê heta ber Baxê Giştî yê bajêr berdewam kir.

Di meşê de alên Herêma Kurdistanê hatin hildan û bê navber dirûşmên li dijî dagirker û xiyanetkaran hatin berzkirin.

Li ser navê girseya gel daxuyaniyek ji aliyê çalakvanê siyasî Cotyar Reşîd ve hat dayîn. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Em wek xelkê Silêmaniyê dipirsin, ev dijayetî û tawankarî ji ber çiye, ku di meha Remezana pîroz de bi hemû rengî rijandina xwînê û şidetê hatiye heramkirin. Em dipirsîn çima dewleta Tirk a dagirker bi berdewam hewil dide li Başûr û Rojavayê Kurdistanê tevlîhevî û nearamiyê pêkbîne.”

Di dewama daxuyaniyê de hat diyarkirin ku êrîşa dawî ya dewleta Tirk a li dijî gelê Kurdistanê dikeve çarçoveya sûcê şer de û got: “Li gor madeya 2 di benda 4 ya peymana Neteweyên Yekgirtî de êrîşkirina li ser cihên sivîlan wek sucê şer e. Ceza jêre hatiye diyarkirin û berovajiyê lihevkirinên navdewletî ne. Lê dewleta Tirk bi berdewam li dijî xelkê Kurdistanê van tawanan dubare dike.

Divê bazirganiya li gel Tirkiye were sekinandin. Divê gel boykota kelûpelên dewleta Tirk bike. Divê balyozê Tirkiye li Bexda û Hewlêrê ji aliyê hikûmeta Iraqê û Herêmê ve were bang kirin û hişyarkirin. Em daxwaz ji NY’ê, dostên gelê Kurd û azadîxwazên cîhanê dikîn, êdî rê nedin welatên herêmî tawanan li dijî xelkê sivîl û cihên sivîlan pêkbînin.”

Di dawiya daxuyaniyê de jî daxwaz ji her sê serokatiyên Iraq û Herêma Kurdistanê hat kirin ku êdî li beramberî tawanên dewleta Tirk bêdeng nemînin û helwestek zelal nîşan bidin.