Li Silêmaniyê ‘Kurd di dahatûya herêmê de’ tê nîqaşkirin

Akademiya Siyaset û Hizra Demokratîk li Silêmaniyê konferanseke bi navê ‘Di dahatû û guherîna herêmê de Kurd’ li dar xist. Konferans hê didome.

Îro saet 10:00’ê Akademiya Siyaset û Hizra Demokratîk 3’emîn konferansa xwe li bajarê Silêmanî li dar xist. Konferans ew ê heta êvarî saet 16.00’an bidome.

Di konferansê de 150 delege û mêhvan amade bûne. Armanca konferansê guftûgokirina pirsgirêkên Herêma Kurdistanê, parçeyên din ên Kurdistanê û rêya çareseriyê ye. Ji hemû parçeyên Kurdistanê û beşên Herêma Kurdistanê mêvan hatine vexwendin.

Di konferansê de wê 3 panêl bên pêşkêşkirin. Panela yekem ji aliyê Dr. Farûk Refîq wê were pêşkêşkirin. Ew jî bi navê ‘Efsaneya niştîmanî’ ye. Panela duyemîn ji aliyê Dr. Kardo Mihemed ve bi navê ‘Piştî avabûna Heşdî Şebî li herêmê hebûna leşkerî’ ve were pêşkêşkirin. Panela sêyemîn jî ji aliyê Hawjîn Mele Emîn ve wê were pêşkêşkirin.

Her wiha di panela sêyemîn de Endamê Peywendiyên Dîplomasî yê KCK’ê Serhed Varto wê bi navê ‘Siyaseta Tirkiyeyê ya li hemberî Başûrê Kurdistanê’ were pêşkêşkirin. Mijara duyemîn bi navê ‘Pêvajoya aştî û çareseriya pirsgirêka Kurd li Tirkiyê di navbera derfetên ji dest çûne û derfetên dema pêş’ ji aliyê Elî Basî ve were pêşkêşkirin.

Piştî bi dawîbûna panela sêyem û guftûgoyên kesên tevlî konferansê bûne, ji aliyê lijneya amadekar a konferansê ve, wê encannameya konferansê ji raya giştî re were ragihandin.

Akademiya Siyasî û Hizrê Demokratîk, akademiyeke siyasî fikrî ye û girîngî bi fikr û hizra demokratîk a li Herêma Kurdistanê dide. Akademî di 2015’ê de hatiye avakirin û ev sêyemîn konferans e ku li dar dixe.