Li Silêmaniyê jiyan deqeyekê sekinî
Ji bo bîranîna qurbaniyên fermana 3’yê Tebaxa 2014’an, li Silêmaniyê jiyan deqeyekê sekinî. Gel ji bo bîranîna kesên di fermanê de hatine qetilkirin, deqeyek rêz girt.
Ji bo bîranîna qurbaniyên fermana 3’yê Tebaxa 2014’an, li Silêmaniyê jiyan deqeyekê sekinî. Gel ji bo bîranîna kesên di fermanê de hatine qetilkirin, deqeyek rêz girt.
Beriya 10 salan di 3’yê Tebaxa 2014’an de wek îro, çeteyên DAÎŞ’ê li Şengalê komkujiyek hovane pêk anîn û bi hezaran kes qetilkirin û revandin. Ev roj wek Fermana 74’an a li ser Êzidiyan kete dîrokê.
Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî ferman da rêveberî û fermangehên hikûmetê ku daxwaz ji niştecihên Iraqê bikin, îro ji bo rêzgirtina li jenosîda Êzidiyan deqeyekê hatinçûn û karên xwe rawestînin.
Li ser vê yekê parêzgeha Silêmaniyê jî di nav de li gelek parêzgehan bi boneya rêzgirtina li şehîd û qurbaniyên jenosîda Şengalê deqeyek rêz hate girtin. Welatî û şofêrên Silêmaniyê deqeyekê bêdeng rawestiyan.