Li Silêmaniyê ji bo ‘Roja Cîhanî ya Azadiya Ocalan’ meş dest pê kir

Li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê di çarçoveya “10’ê Cotmehê Roja Cîhanî ya Azadiya Ocalan” de meşek girseyî dest pê kir.

Îro roja 10’ê Cotmehê weke Roja Cîhanî ya Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye îlankirin. Bi wê mebestê îro li gelek bajarên Kurdistan û cîhanê çalakiyên cihê reng tên lidarxistin.

Li Başûrê Kurdistanê bi pêşengtiya Înîsiyatîfa Demokratîk a Gel li Silêmaniyê jî bi heman armancê meşek hate organîzekirin. Meş beriya niha bi 2 saetan li Kolana Salim a bajêr dest pê kiriye.

Girseya qelebalix ku daketibûn kolanê, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vekirin û bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” dest bi meşê kirin.

Tê payîn ku meş vê li ber Baxê Giştî bi dayîna daxuyaniyekê bi dawî bibe.