Li Silêmaniyê gel li dijî dagirkeriyê daket kolanan

Li bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê bi hezaran kes li dijî êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dimeşin.

Li Silêmaniyê bi hezaran kes li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daketin qadan. Di meşê de berxwedaniya şervanên QSD’ê û gel ya li dijî dagirkeriyê bi dirûşmeyan tê silav kirin.

Meşa ku ji aliyê Bereya Piştevaniya Rojavayê Kurdistanê ve tê organîzekirin, li Kolan Salim (Saholeke) destpê kir. Jin, ciwan, mamoste, siyasetmedar, rêveberên partî û rêxistinan jî di nav de bi hezaran şêniyên Silêmaniyê tevlî meşê dibin.

Di meşê de alên QSD, YPG/YPJ û Herêma Kurdistanê hatin vekirin û dirûşmeyên wekî, “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî berxwedana YPG”, “Bijî berxwedana QSD”, “Serkeftin bo Rojava”, “têkoşan bo Rojava”, “yeke yeke gelê Kurd yek e”,  “terorîst Erdogan” tên berzkirin.

Meş wê heta Baxê Giştî dom bike û li vir daxuyanî bê dayîn.