Li Silêmaniyê bi droneyê êrîşek hate kirin
Li herêma Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê dronê li wesayîtekê da.
Li herêma Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê dronê li wesayîtekê da.
Li gorî nûçeya Rojnewsê êrîş li ser pira li rêy navçeya Şêxel Marên a nêzî gundê Zelanî ya Şarbajêr pêk hatiye.
Derbarê encama êrîşa bi droneyê tu agahî nehatin stendin.
Rayedaran jî hê tu daxuyanî nedane. Berê jî li vê herêmê dewleta Tirk a dagirker bi dronan êrîş kiribû.