Li Silêmaniyê dagirkeriya dewleta Tirk tê nîqaşkirin

Li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê gelek nivîskar, rojnameger, akademîsyen û siyasetmedar ji bo nîqaşkirina êrişa dewleta Tirk kom bûn.

Li herêma Mêrgepan a Silêmaniyê, bi awayek berfireh dagirkeriya dewleta Tirk ji aliyê bi dehan nivîskar, rojnameger, akademîsyen, aktîvîst û siyasetmendarên Başûrê Kurdistanê û Endamên Nûnertiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û Xwerêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve tê nîşaqkirin.

Wê xetereyên dagirkeriya dewleta Tirk ên li ser statûya Herêma Kurdistanê û êrişên dewleta Tirk werin guftûgokirin.

Di serî de Çavdêrê Siyasî û Rojnameger Kemal Reûf axivî û got: “Em ê qala metirsiya van êriş û dagirkeriya dewleta Tirk, ziyana li herêmên sînor û li ser Herêma Kurdistanê bikin. Niha Tirkiyeyê zêdetirî 37 baregehên mezin û 47 baregehên biçûk di nava xaka Herêma Kurdistanê de hene. Ji ber êriş û leşkerkêşiya Tirkiyeyê îsal nêzî 50 gund vala bûne. Ji ber dagirkeriyê bi giştî 650 gund vale bûne.”

Kemal Reûf diyar kir ku Tirkiyeyê li Herêma Kurdistanê zêdetirî 6 balafirgehên leşkerî hene û balafir tê de dikarin bifirin û wiha domand: “Divê helwestek cidî hebe. Li gorî me, hişmendiyek dagirkeriyê li pişt êrişên Tirkiyeyê heye û peywendî bi PKK’ê ve nîne, PKK’ê dikin hincet.”

Piştre Rojnameger û Çavdêrê Siyasî Mesûd Abdulqaliq axivî û got: “Armanca Tirkiyeyê zindîkirina Mîsaqê Milî ye û dixwaze wîlayeta Mûsilê dagir bike. Lê, mixabin bertekên li dijî dagirkeriyê gelek lawaz in. Lewma wê îro beşek ji guftûgoya me li ser vê be ka çi helwestê bigirin.”

Guftûgo berdewam dike.