Li Silêmaniyê 3 ciwanên pirtûkên Ocalan belav dikirin, hatin destgîrkirin

Îro li Parka Azadî ya bajarê Silêmaniyê 3 ciwanên ku pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan belav dikirin, ji aliyê hêzên asayîşa Silêmaniyê ve hatin destgîrkirin.

Endamê komeleya ciwanê welatparêz ên Kurdistanê Dijwar Şarbajiry ji ANF’ê re axivî û got; “Li dijî tecrîda giran a li ser Rêber Ocalan me pirtûkên Ocalan belav dikir. Lê îro hêzên asayîşa Silêmaniyê rêya me qut kirin û sê endamên komeleya me destgîrkirin. Hêzên asayîşê dest danîn li ser pirtûkên Ocalan.”

Dijwar bi domdarî got; “Di demekê de li hemû cîhanê ji bo azadiya Ocalan çalakî tên kirin, lê asayîşa Silêmaniyê hemû çalakiyên ji bo azadiyê asteng dike. Berpirs û rêveberên bajarê Silêmaniyê banga azadî û demokrasiyê dikin û xwe weke dostên têkoşerên azadiyê bi nav dikin. Em dixwazin bizanin berpirsê van êrîşan û êrîşên li dijî kampanyaya Ocalan kiye.”

Endamê komeleya ciwanên welatparêz ên Kurdistanê Dijwar Şarbajiry herî dawî got; “Divê welatiyên bajarê Silêmaniyê baş bizanin girtina endamên me ne tenê êrîşeke li ser komeleya me ye, êrîşeke li dijî azadiyê ye.”