Li Silêmanî kampanya îmzeyê ya ji bo derxistina leşkerên Tirk didome

Li bajarê Silêmanî û gelek bajar û navçeyên Başûrê Kurdistanê bi mebesta derxistina leşkerên dewleta Tirk a dagirker ya ji xaka Başûrê Kurdistanê, kampanyaya îmzeyan bi pêşengtiya ciwanan hatibû destpêkirin hê jî didome.

Kampanya îmzeyan ku ji bo leşkerên Tirk ên dagirker ji axa Başûrê Kurdistan û Iraqê derbikeve, ji aliyê Jinên Ciwan ên Tekoşer û Ciwanên Welatparêz ve hatibû destpêkirin, hê didome. Kampanya li seranserê navçe û bajarên Başûrê Kurdistanê bi coşeke mezin berdewam e.

Li Meydana Derkê Sera ya bajarê Silêmanî standek ji aliyê endamên rêxistina ciwanan hat vekirin.

Şêniyên Silêmanî tevî roja Erefeyê bû jî eleqeyek mezin nîşanê kampanyayê dan. Di nav çend saetan de bi sedan kes tevlî kampanyaya îmzeyê bûn.