Li şeş bajaran gelek kes hatin destgîrkirin

Di çarçoveya lêpirsînê de ku navenda wê Sêrt e, biryara destgîrkirina 33 kesan hatibû dayîn, li 6 bajaran bi ser gelek malan de hate girtin. Di serdegirtina malan de gelek kes hatin destgîrkirin.

Ji aliyê Serdeozgeriya Komarê ya Dihê ve bi hinceta ku piştgirî û desteka maddî dane endamên PKK'ê lêpirsîn hate destpêkirin û biryara destgîrkirina 33 kesan hate dayin.  Ji bo vê yekê li navenda Sêrtê û navçeyên wê Dihê û Berwariyê, navçeyên Alanya û Kepezê yên Antalya, navçeyên Akdenîz û Toros ên Mersînê, Êlih, navçeya Rêya Armûşê ya Wanê û navçeya Gazîosmanpaşa ya Stenbolê bi awayekî hemwaxt bi ser gelek malan de hate girtin.

Hat ragihandin ku di çarçoveya serdegirtinan de li Dihê welatiyên bi navê Gûrbet Eşiyok, Îsmaîl Yildiz, Gûle Beştaş û Eda Kîlîs jî di nav de 16 kes hatine destgîrkirin.