Li Sêrtê 3 kes hatin girtin û şandin girtîgehê
Di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de 3 kesên ku li navçeya Misirçê hatin girtin.
Di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de 3 kesên ku li navçeya Misirçê hatin girtin.
Li navçeya Misirç a Sêrtê, rojên borî di serdegirtinên malan ên hemwext de hevserokê berê yê Misirç Necatî Yilmaz û rêveberên HDP û DBP'ê jî di nav de 11 kes hatibûn binçavkirin, piştî îfadeyên wan ên li dozgeriyê şandin dadgehê.
Ji 11 kesên ku sewqî dadgehê hatin kirin Hevşaredarê berê yê Misirç Necatî Yilmaz, Rêvebera HDP'ê Nesîbe Çelîk û Kemal Bîngol bi îdîaya "Endamên rêxistinê" û "Alîkarî û piştgirîkirina rêxistinê" hatin girtin.
Kesên ku hatin girtin şandin Girtîgeha Sergirtî ya Tîpa E ya Sêrtê.