Li ser sînorê Wan-Îranê bazirganiya mirovan a bi kontrola leşkeran

Li ser sînorê Wan-Îranê di nava mehekê de 2 ciwanên Kurd bi hinceta 'qaçaxçî' ne hatin kuştin. Lê li heman herêmê di bin çavdêriya leşkeran de bi sedan penaber ji aliyê bazirganên mirovan ve hatin derbaskirin.

Tê gotin ku di nava 3 mehên dawî de zêdeyî 20 hezar koçberên Efgan di ser Îranê re derbasî Tirkiyeyê bûne.

Hejmara koçberên Efgan ên di ser Îranê re tên Tirkiyeyê mehên dawî zêdetir bû. Tenê 8 mehên dawî 23 hezar koçber gihîştin Wanê. Piraniya koçberan jî bi peyatî di ser Îdir, Agirî û Wanê derbasî Tirkiyeyê dibin. Yek ji pirsgirêkên giran ên herêmê jî derbasbûna penaberan e.

Bi taybetî, tevî ku salên dawî encamên xwe yên gelekî trajîk rû dan jî Tirkiye û Îran li pêşberî vê yekê xemsar in. Dewleta ku ji ber du paketên çixareyê Erhan Gorur qetil kir, çavên xwe ji bazirganên mirovan re digire. Leşker bi hinceta ewlekariyê nahêlin ku Kurd li zozanan kon jî vedin, lê belê çavên xwe ji derbasbûna penaberan digirin. Bi taybetî mehên zivistanê penaberên derbasî Tirkiyeyê dibin ji ber sermayê diqefilin û jiyana xwe ji dest didin.

PENABER DI KARÊ QEREQOLÊ DE TÊN XEBITANDIN

Meha dawî bi hinceta ku qaçaxçitiya çixareyan kirine li Sarayê ciwanên bi navê Bahram Yûsefî û Erhan Gorur ji aliyê leşkeran ve hatin qetilkirin. Tevî Elbak, Saray, Qelqelî û Çaldiranê li herêmên li ser sînorê Rojhilatê Kurdistanê bazirganên mirovan bi hêsanî tevdigerin. Her roj penaber ji aliyê bazirganên mirovan ve li herêmê tên wergirtin û piştre radestî bazirganên mirovan ên idn tên kirin.

Wêneyên dawî yên ji herêmê hatin jî bi taybetî di vê dema vîrûsa koronayê de tirs û fikaran zêde dikin. Li gorî van wêneyên gihîştina ajansa me bi sedan penaber derbasî Tirkiyeyê dibin. Li gorî gundiyan, leşker derbasbûna penaberan ji nedîtî ve tên. Her wiha hinekan jî ji bo li qereqolê bixebitin serbest berdidin.

LEŞKER Û BAZIRGANÊN MIROVAN BI HEV RE DIXEBITIN

Bazirganiya mirovan bi taybetî li sêgoşeya gundên Qaşim, Osmanli û Sariçîmen ên navçeya Çaldiranê û gundê Qaşimê tê kirin. Li vê herêmê 2 kalekol, yekîneyeke seyar hene. Leşker bi penaberan karê qereqolê didin kirin û piştre wan berdidin. Bi vî rengî dihêlin ku bikevin destê bazirganên mirovan.

Hin bazirganên mirovan hene ku têkiliya xwe bi qereqolên li ser sînor re hene. Qereqolên Îranê û Tirkiyeyê di vê mijarê de bi hev re dixebitin.