Li ser sînorê Serdeştê mayîn teqiya: Kolberek birîndar bû

Li ser sînorê Rojhilatê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê mayîn teqiya, kolberek birîndar bû.

Li gorî agahiyên ku Komeleya Mafên Mirovan a Kurdistanê daye roja şemiyê li nêzî gundê Nîwejînê yê di navbera bajarên Serdeşt û Pîranşarê yên bi ser eyaleta Ûrmiyeyê mayînek teqiya. Di vê teqînê de Silêman Mehmûd (36) ji lingê xwe bû.

Ji ber şerê di navbera Îran û Iraqê de yê di navbera salên 1980-1989’an de gelek mayîn hatibû danîn. Piştî şer mayîn nehatibûn paqijkirin. Her sal bi dehan kes ji ber mayînan jiyana xwe ji dest didin û birîndar dibin.