Li ser daxwaza AKP'ê wê dengên li Hezroyê jinûve bên jimartin
Mîna li her cihî, li navçeya Hezro ya Amedê jî Desteya Hilbijartinê ya Navçeyê serlêdana AKP'ê ya ji bo jinûve jimartina dengan qebûl kir.
Mîna li her cihî, li navçeya Hezro ya Amedê jî Desteya Hilbijartinê ya Navçeyê serlêdana AKP'ê ya ji bo jinûve jimartina dengan qebûl kir.
Li navçeya Hezro ya Amedê, HDP'ê bi rêjeya 52,61 ji sedî yê dengan şaredarî qezenç kir. Namzetê AKP'ê 45,46 ji sedî yê dengan stend. AKP'ê ji bo jinûve jimartina dengan serî li Desteya Hilbijartinê ya Navçeyê da û serlêdana AKP'ê hate qebûlkirin.
Tê payin, li ser daxwaza AKP'ê dengên li navçeya Hezroyê jinûve bên jimartin.