'Li ser Şengalê bi daxwaza Tirkiyeyê peyman hate danîn'

Akademîsyen û pisporên siyasetê yên Başûrî gotin bi daxwaza Tirkiyeyê li ser Şengalê peyman hatiye danîn, armanc tasfiyekirin e û gotin, ‘’Heke gel helwestê nîşan bide wê bi cih neyê.’’

Li ser armanc û hedefa peymana di navbeyna PDK’ê û Bexdayê de ya derheqê Şengalê nîqaş didomin. Di serî de Êzîdî gelek derdor, nivîskar, rewşenbîr, siyasetmedar ji bo peyman bi cih neyê diyar dikin ji bo ku peyman bi cih neyê divê gel helwestê nîşan bide.

HEMÎD: PDK BI DEWLETA TIRK RE PEYMAN DANÎ

Pisporê siyasetê Niyaz Hemîd got armanca peymanê ew e ku Şengal nikaribe xwe rê ve bibe, statûya wê binpê bike û dewleta Tirk weke li Rojava li Şengalê jî dixwaze êrîşê bibe ser Kurdên azad. Hemîn got peyman tifaqeke gemarî ya siyasî ye, PDK temsîla vê siyaseta gemarî ya dewleta Tirk dike.

Hemîd got, ‘’Ji ber ku hikûmeta Iraqê pir qels e, ne xwedî wê hêzê ye ku destwerdanê li her tiştî bike. Ji ber vê ev tifaq di navbeyna dewleta Tirk û PDK’ê de ye. Beriya bi 2 mehan Misteşarê MÎT’ê yê Tirk Hakan Fîdan û hin rayedarên Iraqî hev dîtin. Di van hevdîtian de li ser têkbirina statûya Şengalê li hev kirin. Ev tifaqa li ser Şengalê ne nû ye, ji mêj ve ye li ser nîqaş dikirin. Wan jî gotin, ev çend meh in dixwestin ku biencam bikin. PDK li Bexdayê temsîla hişmendiya dagirker kir, bi Hakan Fîdan re rûnişt. Di vê plane de ku ev 2 meh bûn dom dikir ji şowenê Tirkmen Eşrad Salihî jî heye. Plan ne tenê Şengalê, Mexmûr û Kerkûkê jî dike nav xwe. Li kûderê fikreke azad hebe, statûyeke azad hebe dixwazin êrîşê bibin ser wir.’’

Hemîd her wiha got peymana li derî vîna gelê Şengalê peymaneke mirî ye. Hemî got, ‘’Gelê Şengalê ne gelê beriya 2014’an e. Niha statûyeke wan, hêzeke wan a berevaniyê heye û hêza xwerêveberinê. Ji ber vê ev peyman wê li ser kaxezê bimîne.’’

REXNEYA LI YNK’Ê Û GORAN

Li ser bêdengiya partiyên din ku peyman bi navê hikûmeta Başûr bi destê PDK’ê ve hatiye danîn jî got, ‘’Di nav hikûmeta herêmî de YNK û Goran jî hene lê çima têkilî vê peymanê deng nakin? Ew jî li rex PDK’ê disekinin, ku tê xwestin li Şengalê komkujî were kirin?’’ Hemîd got YNK û Goran bêvîn maen, bi ya wî YNK Û Goran teslîmî Tirkan û siyaseta PDK’ê bûne.

Hemîd her wiha li ser hedef û armanca Serokwezîrê Iraqê Mustafa El Kazimî jî got, ‘’Li Hewlêrê û Duhokê polîtîkayên dagirker, talanger û gendeliyê yên dewleta Tirk rê ve dibe. Hikûmeta Iraqê ku dixwaze statûya gelê Şengalê tine ibke, li şûna ku PDK’ê darizanîne, ji ber ku bi fermana dewleta Tirk bi DAÎŞ’ê re hevkarî kiriye, pê re hevkariyê dike.’’

ZEBARÎ: ARMANC EW E KU GELÊ ŞENGALÊ Û BERXWEDÊRAN TASFIYE BIKIN

Peywirdarê Hindekariyê yê Zanîngeha Duhokê Dr. Hişam Zêbarî jî li dijî peymanê sekinî got 2021’an hilbijartina Iraqê wê bibe, Kazimî ji bo ku Kurd destkê bidinê dixwaze wan qanih bike û PDK jî ji bo ku Tirkiyê razî bike peymaneke wiha daniye.

Zêbarî got, ‘’Wiha xuya dike PDK wê deriyekî dî jî alternatîfî Deriyê Sînor ê Xelîl Brahîm e, bi Tirkan re dixwaze bazirganiyê geş bike. Peymana li ser Şengalê bi tabet li dijî PKK’ê û gelê Şengalê yê berxwedêr e ku mêtingeriyê qebûl nake. Ji ber vê gelek caran hikûmeta PDK’ê got heta ku ne din alaya Kuristanê de bin ew ê vengerin Şengalê. Niha jî dixwazin Şengalê ji hêla leşkerî, siyasî û her alî ve teslîmî hikûmeta Kazimî bikin. PDK li kûderê destkeftiyên Kurdan hebin bi dijmin re ya xwe dike yek û dixwaze tine bike. PDK bi hikûmeta Iraqê re dixwaze Şengalê têxe bin serweriya xwe. Îdareya ku wê were avakirin wê bi kontrola hikûmeta Iraqê be. PDK di bin bane hikûmta Iraqê de dixwaze vegerê Şengalê. Dixwazin Meclîsa Gel a Demokratîk û serweriya hêzên Êzîdî yên li herêmê tine bikin.’’

Zêbarî got PDK li herêmên weke Kerkûk û Xaneqînê bi YNK’ê re ne bi eynî fikrê ne lê dema ku mijar Şengal be yekbûna bi Iraqê re ne normal e û wiha got: ‘’Ev jî nîşan dide ku di vê peymanê de tiliya rejîma Erdogan û Tirkiyê heye. Bi giştî ev peymaneke kambax e. Heke Kurd li Başûr bi hikûmeta Iraqê re wê peymanekê deynin ne bi partiyeke siyasî û çarçoweya berjewendiya malbatî, bi yek helwest û bi çarçoweya biryara netewî divê vê bikin.’’

KERÎMÎ: NE PEYMAN E, FIROTINA ŞENGALÊ YE!

Siyasetmedar, nivîskar Elî Kerîmî got, ‘’Ev ne peyman lê firotina Şengalê ye.’’

Kerîmî got ev peyman wê li ser kaxezê bimîne û domand, ‘’Gelê Şengalê ku ev ji 2 salan zêdetir e bi hêza xwe rêveberiya xwe dikin wê vê peyemanê qebûl neke. Ji serî de mirovên ku ji Şengalê koç kirin dixwestin ku vegerin Şengalê lê PDK’ê nehişt. Pratîka berê ya PDK’ê nîşan ide dibêje, ‘’hêza me kêrî çareseriyê neyê jî ji bo xirabiyê em baş in’’. Pratîka PDK’ê ya Kerkûkê jî tê zanîn. Dema ku fêhm kir ku Kerkûk jê re namîne bi planeke ku berê kiribû teslîmî dijmin kiriye. Dema ku çirûskên pêşî yên şoreşa 1976’an derketî jî asteng kiriye.’’

Kerîmî qala rola Nûnerê Taybet ê DYE’yê yê li Sûriyeyê James Jeffrey kir ku ê têkiliyên wî yên bi AKP û Erdogan re baş e. Kerîmî got ku, “ Jeffrey di serdana xwe ya Başûr de hin hevdîtin kir ku karibe pêşiya Tirkan veke. Hikumeta Herêmî û hikumeta Iraqê di vê peymanê de bandora wan tune, ji ber ku her du hêz jî nikarin Şengalê bi rê ve bibin. Jeffret tevî lobiya Tirkan dixebite û pozîsyona wî her dem alîkariya ji bo Tirkan bû. Li ser Duzxurmatû, Kerkûk û Xaneqînê peyman nayê çêkirin lê gelo çima li ser Şengalê tê kirin? Ev der jî wekî Şengalê herêmên wisa ne ku, nîqaş li ser wan hene. PDK bêyî ku bi YNK û Goranê re bişêwire, bi tena serê xwe tevî hikumeta Iraqê ev peyman çêkiriye.”

Kerîmî diyar kir ku roj bi roj îdeolojî û paradîgmaya PKK’ê li herêmê bandora xwe zêde dike, PDK ji bo kêmkirina vê bandorê hewl dide hemû parçeyên Kurdistanê pêşkêş bike û got, “Heman tişt li Kerkûkê jî kir. PDK’ê got heke Kerkûk ne ya me be, divê ne ya tu kesî be. Gelê me yê ji Şengalê koç kiriye, ez bawer im wê fêm bikin ku ev peyman li dijî wan e û nehêlin ku ev peyman pêk were.”

BERWARÎ: TIRKIYE HER DEM ÊRÎŞ DIKE

Hîndekarê Zanîngeha Duhokê Dr. Kamûran Berwarî diyar kir ku li Rojhilata Navîn hewl tê dayin gelek proje were pêkanîn û yek ji van projeyan jî ya Tirkiyeyê ye. Kerîmî diyar kir ku welatên rojavayê dinyayê Tirkiyeyê wekî wekî gayên Îspanyayê diajon ser Rojhilata Navîn. Kerîmî got ku, “Armanca vê planê dagirkeriya Kurdistanê û tunekirina destkeftiyên Kurdan ên li her sê parçeyan e. Ji aliyê din ve jî di çarçoveya peymana 22 welatên Ereb ya bi Îsraîlê re hewl tê dayin ev rewş were normalîzekirin. Çawa ku 110 sal berê Melîkê Sûûdî Şerîf Huseyîn tevî welatê Brîtanyayê 22 dewletên Ereban ava kir. Ev serê sed salan e ku dewletên Ereban di bin xizmeta dewletên rojava û Îsraîlê de ne. Li gorî min niha jî heman peymaneke wisa hatiye çêkirin.Careke din dixwazin Ereban têxin bin xizmeta welatên rojava. Li gorî vê jî ji bo ku Kurd tu mafê wan tunebe, plan tê kirin. Divê Kurd bizanibin ku ev peyman li dijî berjewendiya wan e û li ber wê rabin.

DIXWAZIN KURDÊN AZAD TUNE BIKIN

Di projeyên dewleta Tirk de ji bo berjewendiyên Kurdan tu plan tune. Armanca wan ev e ku di qada navneteweyî de destkeftiyan tune bike û rê li ber avakirina Kurdistana mezin a azad bigirin.

Meseleyeke din jî têkiliyen veşartî yên Îranê bi welatên Ewropayê û Emerîkayê heye. Lê dîsa jî ji ber ev projeyên dixwazin li Rojhilata Navîn were pêkanîn, bandor li Îranê jî dibe. Îran li Iraq, Filîstîn, Şamd, Efganistan û Efrîkayê nikare bi awayekî azad planên xwe bidomîne.

Polîtîkaya Tirkiyeyê jî ev e ku hemû pêdiviyên terorîsten ji Efrîkayê heta Efganistan û Ewropa û Esyayê bi cih bîne. Ji ber vê jî heke Ewropa, Emerîka û Îsraîl piştgiriyê bidin Tirkiyeyê, wê di pêş de têkevin nav belayekê. “

‘EV PEYMAN LI DIJÎ BERJEWENDIYÊN KURDAN E’

Vê peymana di navbera Bexda û hikumeta Herêma Kurdistanê ne ji bo berjewendiyên Kurd û Kurdistanê ye. Ev plan li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê ye. Heke di nav peymanan de Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê, KNK û KCK tunebe, her peyman tê wateya tasfiyekiiria Tevgera Azadiyê ya Kurdan û dagirkeriya Kurdistanê.

Armanca sereke ya vê peymanê tasfiyekirina xweseriya gelê Şengalê û rakirina hêzên YBŞ û YJŞ’ê ye. Di vê peymanê de YNK hê nebûye alî. Serokkomarê Iraqê divê li hemberî pirsgirêkên Kurdan û zextên li ser Kurdan bêdeng nemîne. Divê rola parlementerên Kurd ên li Bexdayê diyar be. Berpirsên windabûna destkeftiyên Kurdan ên li Şengalê wê Serokkomarê Iraqê, parlementerên Kurd û saziyên Kurdan ên li Bexdayê bin. Ev peyman li ser daxwaza Tirkiye û Iraqê hatiye kirin, bi vê peymanê re li ser Êzidiyan komployeke mezin hatiye kirin. Hin Kurd ji bo Tirkan dixebitin. Ev jî tê wateya ku li dijî Kurdistanê ne û di nav eniya dagirkeriya Kurdistanê de cih digirin. Eniya Tirkan jî eniya tunekirina Kurdên azad e. Barzanî digot “Ji xeynî çiyayan tu hevalên me tune.” Mixabin PDK’ê ji bo Kurdan gotineke wisa nehişt. Çiyayên me yên herî girîng ketin bin dagirkeriya Tirkan. Heke PDK di nav eniya Kurdan de cih bigire û bi hêzên din ên Kurdan re rûnê, wê eniya Kurdan xurt bibe. PDK di nav eniya Tirkan de ye. Heke PKK û KCK qels bibe, wê tiştekî PDK’ê jî nemîne.

ÇARESERÎ KONFEDERALÎZMA DEMOKRATÎK E

Berwarî diyar kir ku tişta ew ê Kurdan azad bike, avakirina xeteke stratejîk e û got, “Ev jî wê bi avakirian Konfederalîzma Demokratîk û Pergala Xweser a Demokratîk pêk were. Di pergala Konfederalîzma Demokratîk de wê hemû gel, mezhep û netewe bi awayekî azad bijîn. Ji bo Kurdan tekane çareserî Konfederalîzma Demokratîk e. Heke destkeftiyên Kurdan ji destê wan biçe wê dawiya Hikumeta Herêma Kurdistanê jî were. Heke hikumeta herêma Kurdistanê îmkanên xwe yên ekonomîk, siyasî û leşkerî ji bo Kurdan pêk bîne, helwesta xwe ya li hemberî partiyên din ên Kurdan biguherîne ji bo azadkirina Kurdistanê wê karibe roleke navendî bi cih bîne.”