Li ser Şengalê balafirên bêmirov digerin

Hate ragihandin ku piştî operasyonên li Şengalê li dijî şebekeya sîxurên MÎT û PDK’ê pêk hatin, li ser herêmê balafirên bêmirov digerin.

Di 24’ê Çileyê de Yekîneyên Taybet ên YBŞ’ê û Hêzên Asayîşa Şengalê li dijî sîxurên MÎT û PDK’ê yên li qadê tevdigerin û ji qetilkirina şoreşgeran berpirsyar in, operasyonek hevpar li dar xistin. Di operasyonan de gelek sîxur hatin girtin.

Piştî vê geşedanê hat ragihandin ku li ser herêmê balafirên bêmirov digerin.