Ji fermandarên YBŞ'ê Dijwar Feqîr, Cafer Berxwedan, Tîrêj Şengal û ji fermandarên YJŞ'ê Sorxwîn Sîdar û Sarya Mazlûm tevlî merasîmê bûn. Ji fermandarên YBŞ'ê Dijwar Feqîr li vir axivî û got, "Bi Akademiya Şehîd Berxwedan û dewreyên perwerdeyê yên li vir re em dixwazin têkoşînê qat bi qat mezin bikin."
Dijwar Feqîr da zanîn ku îro ji bo wan gelekî girîng e û got, "Di rojeke bi vî rengî de em keda şehîdên xwe ji bîr nakin û bi rêzdarî wan bibîr tînin. Em dixwazin li Êzîdxaneke azad bi rengekî serbilindî di nava yekîtiyê de bi hev re bijîn. Bila gelê me bi vê baş zanibe; êdî piştî fermana 73'an wê fermaneke din ranebe. Ji aliye cesaretê ve ti kes mîna gelê me wêrek û şervan nîne. Kêmasiyeke me, nebûna yekîtiya me, bêperwerdebûyîn û nebûna tecrûbeya me bû. Divê em bawerî, ziman û nasnameya xwe biparêzin. Li ser vê bingehê divê em xwe perwerde bikin û di her kêliyê de xwe bi pêş bixînin. Li ser vê bingehê em Dewrya Perwerdeyê ya Şehîd Feysel li tevahiya civaka xwe ya Êzidî û hevrêyên xwe yên perwerdeyê dibînin, pîroz dikin."
Di merasîmê de her wiha malbatên şervanan û koma çand û hunerê ya Êzîdxaneê jî amade bûn. Piştî stranan û pîrozbahiyê, şervanan dest bi perwerdeya xwe kirin.