Li Şengalê 'Fermandariya Hevbeş' hat avakirin

YBŞ, YPJ Şengal û HPŞ'ê bi daxuyaniyeke çapemeniyê ragihandin ku wan 'Fermandariya Hevbeş' ava kirine. Di daxuyaniyê de banga destekkirina pêngava azadkirina Şengalê hat kirin.

Hêzên Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ), Yekîneyên Parastİna JinÊn Şengalê (YPJ Şengal) û Hêzên Parastina Şengalê (HPŞ) daxuyaniyeke hevpar dan çapemeniyê û di bin navê "Fermandariya Êzîdxanê ya ji bo rizgaria Şengalê" fermandariyeke hevbeş ava kirin.

Hêzên YBŞ, YPJ Şengal û HPŞ duh piştî nîvro li Biryargeha YBŞ’ê hatin cem hev û bi daxuyaniyekî fermî di bin navê "Fermandariya Êzîdxanê ya ji bo rizgariya Şengalê" de fermandariya xwe ya hevbeş îlan kirin. 

'EM LI BENDA DESTEKA PKK, YNK Û PDK'Ê NE'

Fermandarê YBŞ'ê Mazlûm Şengal daxuyanî da û bang li hemû hêzên li Şengalê têdikoş in kir, ku di bin dîwana Fermandariya Hevbeş a Şengalê de têbikoş in.

Di daxuyaniyê peyama yekîtiyê hat dayîn û ji bo pêngava rizgarkirina Şengalê banga destekê li hêzên Kurdistanî PKK, YNK û PDK'ê hat kirin. Fermandariya Hevbeş her wiha heman destek ji hêzên koalîsyonê jî xwest.

Şengal da xuyakirin ku rizgarkirina Şengalê ne tenê erka hêzên Êzidî ye, rizgarkirina Rojhilata Navîn û Kurdistanê di Şengalê re derbas dibe û got, "Em li bendê ne ku ne tenê hêzên Êzidî, hemû pêkhateyên dibêjin em însan in û xwedî wijdan in, destekê bidin berxwedana Şengalê. Hemû hêz dikarin di rizgarkirina Şengalê de cihê xwe bigirin. Dîsa bila neyê ji bîrkirin, rizgarkirina Şengalê azadiya Kurdistanê ye. Azadkirina Şengalê azadkirina Rojhilata Navîn e. Em bi vê nêzikatiyê her kesî vedixwînin têkoşînê. Her wiha Şengal cihê dîroka însantiyê lê destpê kiriye, cihê pêşketina civakîbûnê ye. Ji bo vê em li bendê ne hemû kes destekê bide. Ji bo azadkirina vê xaka pîroz, em bang li hemû hêzên li Şengalê ne dikin, di bin sîwana Fermandariya Hevbeş a me damezrandiye de cih bigirin û bi hev re tevbigerin. Bi vê pêngava xwe re em ê mizgîniya azadiya Şengalê bidin gelê xwe. Ji bo afirandina mercên jiyaneke azad a li ser xaka pîroz em soz didin gelê xwe. Ji her kesî re serketinê dixwazin."

HER KES BI RENGÊ XWE DI NAVA FERMANDARIYA HEVBEŞ DE CIH DIGIRIN

Ji Fermandarên YPJ Şengal Bêrîvan Axîn ku ji bo rizgarkirina jinên Êzidî yên hîna di destê çeteyên DAIŞ’ê de dîl in û azadkirina Êzidxana Pîroz bang li hemû hêzan kir, ku di bin sîwana Fermandariya Hevbeş de têkoşîn bimeşîn in. Her wiha diyar kir ku bi taybetî jin divê bi rengê  xwe di nava berxwedana Şengalê de cih bigirin û wiha axivî; "Em jî weke Yekîneyên Jinên Êzidî diyar dikin ku em ê di nava vê fermandariya hevbeş de cih bigirin. Ji bo rizgarkirina jinên Êzidî yên di destê çeteyên DAIŞ’ê de dîl in û azadkirina Êzîdxana Pîroz, em hemû hêzan vedixwînin ku di bin sîwana Fermandariya Hevbeş a îro me yekem pêngava wê avêtin de, têkoşîn bimeşînin. Em li bendê ne ku di nava vê berxwedanê de jin jî bi rengên xwe cih bigirin."

'EM LI BENDA DESTEKA HEMÛ HÊZÊN KURDISTANÎ NE'

Damezrînerê HPŞ’ê Heyder Şeşo diyar kir ku ew di rojên dîrokî û pîroz re derbas dibin, bang li hemû hêzên li Şengalê ne di bin sîwana Fermandariya Hevbeş de têdikoş in dikin û wiha axivî; "Em bang li hemû hêzên ji bo azadiya Êzidxana Pîroz şehîd dane, di bin sîwana Fermandariya me ya Hevbeş de bibin yek, dikin. Eger yekitî çêbibe, em ê bikarin Şengalê ji dijminê mirovahiyê çeteyên DAIŞ’ê rizgar bikin  û azad bikin. Me ji bo vê yekê pêngavek wiha avêt, îro ji bo me hem rojek pîroz û dîrokî ye. Îro em hêzên HPŞ, YBŞ û YPJ Şengal hatin gel hev û me Fermandariya xwe ya Hevbeş îlan kir. Ji bo vê em li bendê ne ku hêzên din ên li Şengalê ne dibin sîwana Fermandariya Hevbeş de bên gel hev. Em îro hemû bi logo û rengên xwe tevlî Fermandariya Hevbeş a bi pêşengiya 'Fermandariya Êzîdxanê ya ji bo azadiya Şengalê' bûn. Û em ê bi vî şêweyî Şengalê azad bikin. ji bo vê jî divê hemû kes di bin vê sîwanê de bibin yek. Ji ber ku Şengal a me hemû ya ne. Wê Fermandariya me ya Hevbeş ji bo azadkirina Şengalê rol bilîze. Ji bo vê jî di serî de hêzên weke PKK, YNK û PDK, em li bendê ne ku hemû hêzên Kurdistanê destek bidin û berpirsiyartiyên xwe bînin cih."