Li Semsûrê qirkirina siyasî: 6 kes hatin girtin

Li Semsûrê di operasyonên qirkirina siyasî de ji kesên hatin destgîkirî 6 kes hatin girtin.

Di navbera 9-13'ê Adarê de li navçeya Çelîkhan a Semsûrê 9 kes bi îdîaya "endametiya rêxistinê" di operasyonên qirkirina siyasî de hatibûn destgîrkirin û hevşaredarên serdema beriya niha yên HDP'î yên bajarokê Bûlamê Mehmet Çaglan û Cevahîr Buyukşahîn jî di nav de bûn. Piştî ku îfadeya wan hate girtin dozgeriya Tirk ji bo girtinê ew şandin dadgeriyê.

KESÊN HATIN GIRTIN

Dadgeriya Tirk bi îdîaya "endametiya rêxistinê" biryara girtina hevşaredar Mehmet Çaglan û Cevahîr Buyukşahîn, Erdal Çalgan, Erdal Un, Veysel Demîrcî û Nûreddîn Çalgan wergirt. Îsmaîl Topbaş, Hasan Buyukşahîn û Adiguzel Demîrcî jî hatin berdan.