Li Selas Bavecanê şewata daristanê didome

Ji roja Înê heya niha beşeke mezin ji daristanên Dirne û Koga ya girêdayî herêma Selas Bavecan a girêdayî bajarê Kirmaşan yê Rojhilatê Kurdistanê dişewite. Çalakvanên jîngehparêz îddîaya Waliyê herêmê ya dibêje wan agir xistine bin kontrolê derewand.

Şewata daristanên Dirne û Koga hê jî didome. Waliyê Selas Bavecan ya girêdayî bajarê Kirmaşanê îddîakiribû ku wan agir xistiye bin kontrolê, lê çalakvanên jîngehparêziyê diyar dikin ku ew îddîa ne rast e.

Yek ji çalakvanên jîngehparêziyê yê herêmê ku ji ber rewşa ewlekariyê nexwest navê xwe eşkere bike ji Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê re ragihand: “Ji roja Înê heya niha agir bi beşek mezin ji daristanên Dirne û Kogayê ketiye û ji ber ku herêm pir asê ye lewma di kontrolkirina agir de zehmetiyê dikêşînin.”

Ew yek di demekê de ye ku Valiyê Selas Bavecan Yedulah Şukrî di hevpeyvîneke xwe ya bi ragihandinên dewletî re îddîa kiribû ku wan duh serê sibehê agir xistine bin kontrola xwe.

Ew çalakvanê jîngehparêziyê destnîşan dike ku dibe ew agir bi zanebûn ji aliyê hêzên leşkerî ve li daristanan hatiye xistin. Her wiha dibêje tevî ku wan û gel ji berpirsên rejîma Îranê daxwaz kirine ku ji bo vemirandina agir helîkopteran bişînin herêma asê, lê heya niha ti bersivek nedane û berevajî îddîayên berpirsên dewletî, hê jî beşekî mezin ji daristana herêmê di nava agir de dişewite.