Li Şedadê mayîn teqiya: Kesek birîndar bû

Li Şedadê di encam teqîna mayînê de kesek birîndar bû.

Li gundê El-Erîşe yê girêdayî Şedadê, di dema derbasbûna wesayîtekê de mayîna çetayan teqiya. Di ecamateqînê de ajokar bi giranî birîndar bû.

Çeteyên DAIŞ`ê beriya ku ji herêma Şedadê derbikevin, wekî her carê li her derê mayîn çandin. Roja Sşemê mayîneke çeteyên DAIŞ`ê li gundê El-Erîşe ya girêdayî Şedadê bi wesayîta sivîlan ve teqiya. Di encamê de ajokarê wesayîtê yê bi navê Ebd El-Minim Siwêlih bi giranî birîndar bû û zerar gihîşt wesayîtê.

Hêzên Asayîşê ajokar rakirin nexweşxaneya Hikme ya bajarê Hesekê. Li gorî bijîşkan, rewşa ajokar girane.