Li Şaxê doza gora komî didome

Dadgeha Hiqûqê ya Sûlh a Şaxê, rûniştina 8’emîn a doza gora komî ku ev 7 sal e didome, destpê kir.

Melek Avci yê ku beşdarî dozê bibû û di şer de kurê wî jiyana xwe ji dest dabû, anî ziman ku ev 20 sal in ku li hestiyê kurê xwe digere, daxwaz kir ku bi lezgîn dadgeh bi encam bibe. Berpirsê Labaratûwara Şer û Şidetê ya Zanîngeha Amherst Massachûesette ya DYA’yê Dr. Ventûre Perez di rapora ji bo rûniştinê şandî de bal kişand ku siyasîkirina cenazeyên miriyan sûc e.

Pêvajoya hiqûqê ya Kesûkarên kesên wan di şerê li 12’ê Cotmeha 1998’an de li navbera gerîlayên ARGK’ê û artêşa Tirk ya li Zozana Gindê Gorentaş ê girêdayî Keybogazi ya naçeya Şêxê ya Wan de derketibû jiyan xwe ji dest dabû ku di sala 2011’an de dabû destpêkirin didome. Li ser giliyê keskûkaran a bi daxwaza lêkolînkirina herêmê, komkirina delîlan û eşkerekirina nasnameyan rûniştina 8’emîn pêk hat.

Li Şaxê, doza ku 7 sal in didomi, di rûniştina 8’emîn de destpêkê Parêzer Tûran Ece axivî û diyar kir ku divê dîtinên kesên pispror a ji bo dadgehê pêşkêş kirî li ber çavan bê giritin û got: “Di dosyaya me amade kirî de bi awayekî zelal derketiye holê ku ew hestiyên ku hatine dîtin yên kesûkarên kesên doz vekirine û zarokên wî welatî ne, li dijî derketina welat, bûna serhildêr nayê wê wateyê ku ne zarokên vî welatî ne. Divê dadgeh li ser daxwazên me biryar bide ku seriyê 7-8 kesan li kû ne, encamekê diyar ragihîne.

Piştî Ece, rapora ji aliyê Berpirsê Labaratûwara Şer û Şidetê ya Zanîngeha Amherst Massachûesette ya DYA’yê Dr. Ventûre Perez ve hatî amadekirin pêşkêşî dadgehê hate kirin.

Ventûra di raporê de diyar dike ku gor û cenazeyê miriyan tê siyasî kirin, ev tê wateya îxlalkirina hiqûqa navneteweyî.

Piştre jî dadgehê ji bo rapora Ventûra lêkolîn bike û nivîsên din bên kirin doz taloqî 18’ê Tîrmeha 2017’an kir.