Li Sasonê servîsa dibistanê qelibî: 2 kes mirin, 24 kes jî birîndar bûn

Li navçeya Sasonê ya Êlihê servîsa dibistanê di kendêl re wer bû. Ji ber qezayê 2 kes mirin, 24 kes jî birîndar bûn.

Li gundê Kaçirîng ê navçeya Sasonê ya Êlihê servîsa dibistana gund di kendêl re wer bû. Di qezaya trafîkê de 2 xwendekar li cihê bûyerê mirin, 24 jî birîndar bûn ku rewşa tenduristiyê ya 7 ji wan giran e.

Tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û birîndaran sewqî nexweşxaneyan kirin. Beriya tîmên tenduristiyê biçin cihê bûyerê, birîndar ji aliyê gundiyan ve ji cihê qezayê hatin derxistin.

Birîndar li Nexweşxaneya Dewletê ya Sasonê û li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Êlihê tên tedawîkirin.

Derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.