Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê greva giştî ya 2 rojan destpê kir

Li seranserê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, bi daxwaza azadî û mafên mirovan greva giştî destpê kir. Grev wê 2 rojan dewam bike.

Serhildana li Rojhilatê Kurdistan û Îranê ya dijî desthilata Îranê dewam dike. Li ser banga çalakvanên siyasî û sivîl, îro serê sibehê li piraniya bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê dikan nehatin vekirin. Greva giştî ya ku îro destpê kir wê 2 rojan dewam bike.

Li gorî agahiyên hatine bi destxistin, danê siharê li bajarê Kirmaşan, Sine, Ciwanro, Pawe, Mahabad, Bane, Dîwander, Îlam, Dolan, Urmiye, Merîwan û gelek bajarên din, dikandaran û kasibkaran deriyê dikanên xwe venekirin û neçûn bazarê.

Li bajarên Îranê jî, Erak, Şîraz, Tewrêz, Kazrun, Kirman, bajarên parêzgeha Sîstan û Beluçistanê jî, welatî û dikandar tevlî greva giştî bûn. Tê payîn îro li gelek bajaran xwepêşandanên mezin jî werin lidarxistin.