Li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê erd hejiya -NÛ BÛ-I

Li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê, bi dijwariya 5.3 pileyî erd hejiya.

Li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê, bi dijwariya 5.3 pileyî erd hejiya.

Erdheja ku ji Serpêla Zehaw a bajarê Kirmanşan ê Rojhilatê Kurdistanê dest pê kir, li gelek bajaran belav bû.

Çavkaniyên xwecihî gotin, erdhejê saet 11:35'an rû daye û herêmên Germiyan, Silemanî û Derbendîxan ên Başûrê Kurdistanê jî pê hesiyane.

Li ser xisara ku erdhejê daye Rojhilatê Kurdistanê agahî bi dest neket.

Meha Mijdarê li heman herêmê erd hejiya bû û bi sedan kesî jiyana xwe ji dest dabûn, bi dehan gund û bajarok jî xera bûbûn.