Li Rojhilatê Kurdistanê erd hejiya: Bi sedan kes birîndar bûn

Li parêzgeha Ûrmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê vê sibehê erd hejiya. Li gorî agahiyên destpêkê 276 kes birîndar bûne.

Li gorî agahiyan, erdheja bi giraniya 5.7 pileyî îro ber destê sibehê saet di 04:00 de li navçeya Xoy a Ûrmiyê pêk hatiye.

Saziya Lêkolînên Jeolojîk a Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê diyar kir ku erdhej li cihekî bi 11.6 kîlometreyî dûrî navçeya Xoyê bi 10 kîlometreyî li binê erdê pêk hat.

Ajansa Nûçeyan a Reutersê ragihand ku li gorî agahiyên destpêkê 276 kes birîndar bûne.

Rayedarên Îranî diyar kirin ku rewşa tenduristiyê ya gelek ji birîndaran giran e.