Li Rojhilatê Kurdistanê aşût: 6 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li qada çiyayî ya di navbera bajarên Bane û Merîwan de aşût çêbû û di encamê de 6 çiyageran jiyana xwe ji dest dan.
Li qada çiyayî ya di navbera bajarên Bane û Merîwan de aşût çêbû û di encamê de 6 çiyageran jiyana xwe ji dest dan.
Roja Şemiyê (1’ê Adarê) di saetên sibehê de li çiyayê Heft Taşbe yê di navbera bajarê Bane û Merîwan yên Rojhilatê Kurdistanê de aşût rabû. Duh hate gotin ku di encamê de 3 çiyagerên Kurd jiyana xwe ji dest dan.
Kolbernewsê îro daxuyaniyek din belav kir û ragihand ku hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane, derketiye 6 kesan. Heman çavkaniyê ragihand ku cenazeyê her 6 kesan piştî lêgerînan ji aliyê xelkê ve hatiye dîtin.
Çiyagerên ku jiyana xwe ji dest dane navên wan wihane; Kerîm Îbin Ebas, Nîştiman Danişmend, Şehla Rehmanî, Şehram Elayî, Bextiyar Fetahî û Xaliq Mehemed Nejad.