Li Rojava û Başûrê Kurdistanê 4’ê Nîsanê hate pîrozkirin

Li gelek navendên Rojava, Bakurê Sûriye û Başûrê Kurdistanê 4’ê Nîsanê bi şahiyan hate pîrozkirin.

Li dehan bajarên Rojava û Bakurê Sûriyeyê, dîsa li Şengal, Silêmanî û Mexmûrê Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate pîrozkirin.

TIL BIRAK

Bi dehan endamên saziyên sivîl û şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) dar li baxçeyên navçeyê û çexerêya Şehîdan çandin paşê li qada navçeyê şahiyek lidar xistin.

Qada şahiyê bi wêneyên Ocalan û pankartên bi nivîsên "Bi rêhê 4‘ê Nîsanê em netewa demokratîk ava bikin û bi Rêberê xwe re azad bikin" û "Hêvî ji serkeftinê mezintir e" hatibû xemilandin.

Şahî bi deqeya rêzgirtin destpê kir. Ji fermandarên QSD‘ê Adil Cûdî, hevserokê Meclîsa Navçeya Til Birk Mutleq El-Hesir û rêvebera Kongreya Star Hacer El-Hisên û Meclîsa Malbatên Şehîdan Weed El-Ilêwî axivîn.

Di axaftinan de rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gelê herêmê hate pîrozkirin û wekî rojbûna xilaskirina gelan ji zulmê bi nav kirin.

Şahî bi gerandina xelekên dîlanan bi dawî bû.

TIL HEMÎS

welatiyên navçeya Til Hemîs a Kantona Qamişlo jî bo 4‘ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dar li Goristana Şehîdan dar çandin.

Piştre Hêzên Ewlekariya Hundirîn merasîma leşkerî lidar xistin. Bi navê Meclîsa Malbatê Şehîdan Mihemed Xilêwî, bi navê Kongreya Star Cewza Hasûd û bi navê meclîsa navçeyê hevserokê meclîsê Salih El-Xelef axivîn.

Qisekaran berxwedana Ocalan silav kirin û gotin: "Ramanê Ocalan em ji tarîtiyê derxistin, bi saya şehîdên ku xeta Ocalan dişopînin herêmên me ji DAIŞ hatin rizgarkirin û aramî pêk hat."

Merasîm bi dirûşmeyên banga azadiya Ocalan bi dawî bû.

GIRKÊ LEGÊ

Bi sedan welatiyên navçeya Girkê Legê pîrozbahiya 4‘ê Nîsanê li navenda Çand û Huner a Aram Tîgran a bajarokê Rimêlan a girêdayî Girkê Legê kirin.

Piştî deqeya rêzgirtin, endama Kongreya Star Pîroz Cûdî axivî û ev tişt got: " Rojbûna Rêbertî ji bo me ne tenê 4‘ê Nîsanê ye, her roj e, ji ber ku bi saya wî em bi azadî dijîn û me wateya jiyana azad nas kir. Dîsa em dubare dikin Ocalan bi benda xwe di girtîgehê de ye lê fikrê wî azad e."

Endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Qehreman Mihemed jî axivî û got, rojbûna Ocalan rojbûna azadî û demokrasiyê ye.

Koma Berava Çiya ya stranan, Koma Şehîd Ezîz Ereb a stranên Erebî, Koma Şehîd Serhed a stranan stranên xwe gotin.

Şahî bi dirûşmeyên azadiya Ocalan bi dawî bû.

HESEKÊ

Pîrozbahî ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreger ve li Stada Werzîşê ya taxa Xiwêran a bajarê Hesekê hat lidarxistin. Bi hezaran şêniyên herêmê Cizîrê, Kobanê, Efrînê û Minbicê beşdarî şahî bûn.

Şahî bi deqeya rêzgirtin destpê kir. Paşê Rêveberê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê Harûn Apoyî axivî. Harûn rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û got: "Bi ramanê Ocalan wê hemû hêzên ku dixwazin destkeftiyên gelan tine bikin, têk biçin. Bi ruhê serkeftinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê em ê têkoşînê bikin û tevahî xaka Srûiyê ji dagirkeran rizgar bikin."

Piştî axaftina Harûn Apoyî, Koma Berxwedan, Koma Çerkes a dîlanan a Minbicê, Koma Kevana Zêrîn û Koma Welat dîlanên folklorî pêşkêş kirin. Paşê hunermend Cewad Merwanî, Nesrîn Botan, Rêber Wehîd û Serhedo bi stranên xwe gel coşandin.

Gel li ber strnan xelekên dîlanan gerandin û di nav de dirûşmeyên "Bê Serok Jiyan Nabe" berz dikin.

QAMİŞLO

Şêniyên bajarê Qamişlo bi dirûşmeya "Bi rêhê 4`ê Nîsanê em ê netewa demokratîk ava bikin û bi Rêber Ocalan re azad bijîn" rojbûna 70`yî ya Rêber Ocalan li salona Zana ya bajarê Qamişlo pîroz kir. Hemû pêkhateyên Kurd, Ereb û Suryan tev li pîrozbahiyê bibûn.

Li cihê pîrozbahiyê wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullh Ocalan, wêneyên têkoşer Leyla Guven, ala TEV-DEM`ê, ala PYD`ê û pankartên bi nivîsa "Rojbûna te roja azadiya gelan e" hatin daleqandin.

Di pîrozbahiyê de Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişlo Fatma Casim axivî. Fatma di axaftina xwe de hemû şehîdên azadiyê bi bîr anî û serkeftina QSD`ê li dijî çeteyênê DAIŞ`ê pîroz kir.

Fatma destnîşan kir ku rojbûna Rêberê Ocalan rojbûna azadiyê ye, Rêber Ocalan çavkaniya aştiyê ye û wiha anî ziman: "Destkeftiyên ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bidest xistin mînaka pêkanîna pêşdîtinên Rêber Ocalan di jiyana hevbeş û civaka azad de ye."

Ji rêveberên Kongrya Star Daliya Henan destnîşan kir ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê Kurd, Ereb û Suryan bi hev re li gorî rêgezên netewa demokrtîk ku ji aliyê Rêber Ocalan ve hatiye pêşkêşkirin, dijîn.

Daliya Henan diyar kir ku Rêber Ocalan ji bo azadiya jinan gelek ked û hêz da her wiha teqez kir ku jin di hemû qad û meydan de li gorî firk û felsefeya Rêber Ocalan têdikoşin.

Piştre stran ji aliyê Koma Kulîlkên Rojava hatin pêşkêşkirin û dîlanên folkilorî jî ji aliyê koma Koma Şehîd Sariya ya girêdayî Navenda Çand û Huner a bajarokê Girbawî ya kantona hatin pêşandan.

SERÊKANİYÊ

Şaredariya Gel bi hevkariya Kongreya Star a herêma Serêkaniyê ya girêdayî kantona Hesekê bi boneya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şitilgehek vekir.

Deriyê şitilgehê ji aliyê Hevseroka Şaredariya Gel a herêmê Nesrîn Selah ve hat vekirin û bi sedan dar di şitilgehê de hatin çandin.

Piştre welatiyan berê xwe dan Stada Şehîd Rustem Cûdî. Li stadê pîrozbahî hat lidarxistin. Di pîrozbahiyê de Hevseroka Meclîsa herêma Serêkaniyê Rîhan Xelîl axivî û rojbûna Rêber Ocalan li tevahî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz kir.

Her wiha Rîhan destnîşan kir ku rojbûna Rêber Ocalan rojbûna gelê bindest e û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Em weke gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê roja 4`ê weke Newrozeke din dibînin.”

Paşê li axaftina Rêber Ocalan der barê berxwedan, mirovahî û têkoşîna ji bo jiyana azad hat guhdarkirin.

Piştre şanoyek bi navê rexne û rexnedayîn ji aliyê Koma Şehîd Merwan a girêdayî navenda Waşokanî ya bajarê Serêkaniyê ve hat pêşandan.

Di dawiyê de xelekên dîlana hatin gerandin.

DİRBÊSİYÊ

welatiyên navçeya Dirbêsiyê jî bi heman armancê li lîstegeha navçeyê şahiyek lidar xistin.

Cihê şahiyê bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wêneyên şehîdan hate xemlandin.

Şahî bi bîranîna cangoriyên azadiyê hate destpêkirin. Piştre, ji rêveberên Kongreya Star a Kantona Hesekê Şêrîn Oso axivî û rojbûna Ocalan li wî û li hemû gelê Kurd pîroz kir û got: “Di roja rojbûna Rêber Ocalan de, em careke din soza xwe ya şopandina rê û felsefeya wî dubare dikin.” Piştre, Koma Kiyan û Roj stran gotin û dîlanên xwe dane pêşandan.

AMÛDÊ

Kongreya Star bi heman boneyê, şahiyek li Eywana Kerim a navçeya Amûdê ya girêdayî Kantona Qamişlo lidar xist. Bi sedan şêniyên navçeyê û saziyên civaka sivîl û leşkerî beşdarî şahiyê bûn.

Cihê şahiyê bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wêneyên şehîdan hate xemlandin. Her wiha li cihê şahiyê pankêrtin”Mîlad Rêber Apo mîlada me ye”,”Bi ruhê 4`ê Nîsanê em ê Netewa Demokratîk ava bikin û bi azad bi Rêber Apo re bijîn” hatin daliqandin.

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Çîçek Hisên di şahiyê de axivî û got: “Em bi ruhê 4`ê Nîsanê vê rojê li tevahiya gelê Kurdistanê û hêzên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz dikin. Felsefeya Rêber Ocalan felsgeya ku em ji tartî ber bi ronahiyê ve derxistin û taybet jina Kurd û hemû jinên herêmê ku ji koletî rizgar kirin.”

Endama Kongreya Star Edalet Umer jî axivî û rojbûna Ocalan li hemû gelan pîroz kir û da zanîn mîlada Ocalan mîlada hemû gelên bindest e yê ku azadî dixwaze.

Piştî axaftinan, Koma Ciwanên Hûrî stranên xwe yên folkorî pêşkêş kirin. Her wiha Koma Şano jî şanoyek bi navê parastina cîhanê pêşkêş kirin.

HELEB

Bi sedan şêniyên taxa Şêxmeqsûd bi hemû pêkhateyên wê, endamên saziyên sivîl û partiyên siyasî kom bûn da ku beşdarî şahiya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibin. Şahî li gundê Bino li herêma El-Şiqêf a bajarê Helebê hate lidarxistin.

Şahî bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir, paşê beşdarên şahiyê nirxandinên Ocalan derbarê şoreşa gelan li hember pergalên desthilatdar guhdar kirin.

Piştre endama rêveberiya TEV-DEM`ê Nesrîn Kutî axivî û rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li hemû gelan pîroz kir û wiha got: "Berxwedana grevên birçîbûnê ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan, bingeha tekoşînê ye.”

Nesrîn got: "Rojbûna Rêber Apo rojbûna gelên azadîxwaz e."

Her wiha Hevserokê meclisa TEV-DEM`ê Mihemed Şêxo teqez kir ku roja rojbûna Rêber Ocalan roja gelên azadîxwaz e û wiha got: "Divê em tekoşîna xwe bilind bikin da ku bigihêjin civakeke demokratîk û azad."

Piştî axaftin bi dawî bûn, Endamê Yekîtiya Hunermendan Ebdulrehman Cemîl û koma Çiyayî Hawar a Çand û Hunerê li Helebê gelek stran pêşkêş kirin.

GİRÊ SPÎ

Bi sedan şêniyên Kantona Girê Spî rojbûna 70`yî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li parka Biratiya Gelan a bajarê Girê Spî pîroz kirin.

Li cihê pîrozbahiyê wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ala QSD`ê û pankartên bi nivîsa "Bi ruhê 4`ê Nîsanê em ê netewa demokratîk ava bikin û bi Rêber Ocalan azad bijîn" hatin daleqandin.

Di pîrozbahiyê de koma dayikan, koma Cirin û koma Elî Baceliye dîlan û stranên folklorî pêşkêş kirin.

Her wiha di pîrozbahiyê de Endama Kongreya Star Heyfa Muslim, Hevseroka Meclîsa Kantona Girê Spî Hêvîn Îsmaîl axivîn û diyar kirin ku ev roj li gel gelên Rojhilata Navîn û gelê Kurd rojeke girîng e û ji ber Rêber Ocalan rêvberê mirovahiyê û netewa demokratîk e.

TEBQA

Li Tebqayê jî, Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê ji bo rojbûna Ocalan, merasîma xelatkirina saziyên xwe lidar xist.

Merasîm ku li hola civînan a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Herêma Tebqayê hate lidarxistin, Hevserokên Meclîsa Rêveber a herêma Tebqayê Şiyar Mihemed û Hind Elî, Hevserokê Meclîsa Qanûnsaz Hamid El-Ferec, Rêveberiya Jin a Tebqayê, Meclîsa Malbatên Şehîdan, Şaredariya Gel a Tebqayê, Hêzên Ewlehiya Hundirîn, Navenda Çand û Hunerê û bi dehan endamên komîte û saziyên sivîl û leşkerî têde amade bûn.

Piştî bîranîna şehîdan, Şiyar Mihemed derbarê pêvajoya jiyana Ocalan û rojbûna wî axivî.

Piştre, Şiyar Mihemed û Hind Elî xelat dane”Komîteya Têkiliyên Giştî, Hêzên Sûriyê Demokratîk, Rêveberiya Jin a Tebqayê, Hêzên Ewlehiya Hundirîn, Rêveberiya Bendavên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Meclisa Sivîl a Tebqayê, Komîteya Jinê, Komîteya Parastinê, Komîteya Tenduristî, Komîteya Hundirîn, Komîteya Ciwan û Werzîşê, Komîteya Aborî, Komîteya Karûbarê Civakî, Komîteya Çand û Hunerê, Meclisa Malbatên Şehîdan, Komîteya Darayî, Saziya Karûbarên Olî, Buroya Çavdêrî û Nirxandinê û Dîwana Edaleta Civakî”.

Di dawiyê de, beşdaran govend gerandin û dirûşmeyên daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan beriz kirin.

KERAMÊ

Bi dehan welatiyên herêma Keramê ji bo rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 200 dar li Goristana Şehîd Sêvdar a li Cedîdat çandin. Her wiha li bexçeyê Serokatî li bajarokê Keramê pîrozbahî hat lidarxsitin û stran û dîlanên folkorî hatin pêkêşkirin.

DÊRA ZOR

Ji bo 4`ê Nîsanê Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, welatiyên bejahiyên rojhilat û rojava yên Dêra zorê zêdetirî 900 dar ji hemû cûreyan li baxçeyê 4 Nîsanê yê li gundê El-Sewa çandin. Her wiha dar li Goristanên Şehîdan a Hanî El-Hesen û Xidir, li qadên saziyên civaka sivîl û akademiya ciwanan a bajaroka Ebû Xeşeb hatin çandin.

Şahî bi gerandina govendê bidawî bû.

REQA

Li bajarê Reqayê jî rojbûna 70`yî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şênî û endamên meclîs û saziyên civaka sivîl 100 dar li parka Merwiye çandin.

Piştre beşdaran berê xwe dan Mala Jinê, xelekên dîlanan hat gerandin û dirûşmeyên banga azadiya Rêber Ocalan hatin berzkirin.

Her wiha bi vê boneyê Komîteya Perwerdeyê li bajarê Reqayê bi merasîmekê dibistana Emîn vekir. Endamên Buroya Navenda Perwerdeyê, endamên meclisa sivîl, mamosteyên dibistanênê bajêr, hevserokatiya Komîteya Perwerdeyê û bi dehan şêniyên herêmê beşdarî pîrozbahiyê bûn.

Deriyê dibistanê ji aliyê xwendekara bi navê Hena Mihemed û xwendekar Seîd Qasim ve hat vekirin. Paşê ji rêveberên dibistan Emîn Esma Kebe axivî û 4`ê Nîsanê li tevahî gelên cîhanê pîroz kir.

Paşê xwendekarên dibistanên helbest pêşkêş kirin.

Di dawiyê de dîlan û stranên filklorî hatin pêşkêşkirin.

KOBANÊ

Ji bo 4`Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, YPG û YPJ`ê darên zeytûnan çandin û şahiyek li girê Miştenûr a bajarê Kobanê hate li darxistin.

Di şahiyê de yek ji fermandarên YPG`ê Heqî Kobanê, yek ji fermandara YPJ`ê Zinarîn Kobanê, hevserokê Desteya Xweparastin Ismet Şêx Hesen û bi sedan şervanê YPG`û YPJ`ê amade bûn. Di destpêka şahiyê de şervanan derdora hezar darên zeytûnê li ser girê Miştenûr çandin û pişt wê jî dest bi şahiyê kirin.

Şahiya bi rêzgitinê destpê kir. Paşê yek ji fermandarên YPJ`ê Kurdistan Serêkaniyê helbestek Ii ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan xwend. Her wiha koma şehîd tekoşîn a dîlanê, Koma sitranan a şehîd Dilbirîn û hin dîlanên şoreşgerî hatin pêşkêş kirin.

Di dawiya şahiyê de Koma Amara ya stranan û Hunermendê Kurd Rotînda stranên şoreşgerî gotin. Dawî de xelekên govendê hatin gerandin.

ŞENGAL

Jı bo Roja ji dayîkbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi sedan xelkê Şengalê li Baxçeyê Serokatî yê li çiyayê Şengalê kombûn. Welatiyan şitlên daran çandin û piştre merasîma pîrozbahiyê destpê kir.

Merasîma pîrozbahiyê bi deqekî rêzgirtin ji bo giyanê tevayî şehîdên tevgera azadîxwaz a Kurdistanê destpê kir. Di merasîmê de li ser navê sazî û rêveberiya xweser a Şengalê axaftin hatin kirin.

Di axaftinan de roja 4'ê Nîsanê li Ocalan û tevayî gelê Kurd hate pîroz kirin .

Li Sernavê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî, (TAJÊ) Kinê Eliyas Axivî û Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û got: “Em li ser navê TAJÊ rojbûna Rêber Apo li hemû kesên ku ji bo azadiya Rêber Apo di nava berxwedanê de ne bi taybetî li Leyla Guven pîroz dikin.”

Li Ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Meyan Nasir jî got: “Em Malbatên Şehîdan Roja 4'ê Nîsanê li Tevahiya gelê Êzidî pîroz dikin, bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo û xwîna şehîdan me kariya xwe bi gehînin vê rojê û em karin bi azadî liser axa Şengalê jiyan bikin."

Piştre Li ser navê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Xwedêda Eliyas jî got:"Em ji Şengala pîroz ji axa Êzidxanê, silavên germ ji bo rêberê mirovahiyê Rêber Apo dişînin û em di bêjin roja 4'ê Nîsanê li tevahiya gelê me pîroz be."

Li Ser navê Partiya Azadî û Demokrasiyê Êzdiyan PADÊ,ê Qasim Şengalî jî ev tişt gotin; "Îro roja Rêberê mirovahiyê Rêber Apo ye, bi saya vê rojê ku Rêber Apo hate ser dinê di serîde keç û xortên Êzidî û yên Kurdistanê, karibûn mezintirîn rêxistina terorîst a DAIŞ'ê li hemû cîhanê, Îraqê û Sûriye têk birin, ev jî berhemê felsefa Rêber Apo ye. Ji bo vê rojê ji Derê Geliyê Kersê ji Baxçê Serokatî em rêz û silavên xwe ji bo hemû çalakgerên greva birçîbûnê re dişînin û berxwedana wan silav dikin."

Piştî axaftinan kêka ku ji bo rojbûna Ocalan hatibû amade kirin ji aliyê dayikên şehîdan ve hate birîn û li ser welatiyan hate belav kirin.

Piştre gel li ber stranên Koma Çiyayê Şengalê govend gerandin û çalakî bi dawî bû.

SILÊMANÎ

Komîteya Azadî ji bo Ocalan ya li Başûrê Kurdistan li Parka Hawar ya Şar a Silêmanî, Ji bo pîrozkirina roja ji dayîkbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şitlên daran çandin.

Di dema çandina daran de gelek kesayetên siyasî, olî û çalakvanên civaka sivîl têde beşdarbûn. Beşdarvanan wekî sembola aştiyê hemûyan kumên spî li serê xwe kirin.

Ji beriya şitlên daran werin çandin daxuyaniyek hate dayîn. Daxuyanî ji aliyê Endamê Komîteya Azadî ji bo Ocalan û Çavdêrê Siyasî Dr. Fayeq Gulpî ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de hate gotin; “Ji dayîkbûna Rêber Apo ne tenê ji dayîkbûna mirovekî ye, di heman demê de roja vejînê ya tevayî gelê Kurd, jinan û gelên Rojhilata Navîne.”

Di dewama daxûyaniyê de ev tişt hatin gotin; "Ev roj di demekî de em pîroz dikin ku li aliyek tecrîd li ser Rêberê me berdewam dike, li aliyê din jî dewletên dagirker bi taybetî jî dewleta Tirk a faşîst dixwaze bi tecrîd û êrîşan rê li ber çareserkirina pirsgirêka Kurd bigre.

Berxwedana çalakgerên greva birçîbûnê bi pêşengtiya Leyla Guven, Nasir Yagiz û hevalên din hem li Kurdistan hem jî li Ewropa di dome, her wiha serkeftina QSD'ê li Rojavayê Kurdistan û serkeftina HDP'ê di hilbijartinên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, nîşaneya bi hêzbûna gelê meye ku vê hêzê jî ji Îmralî yê digrin."

Piştî daxuyaniyê beşdarvanan şitlên daran çandin û şîrînî belav kirin.