Li Rihayê Newroz hate pîrozkirin

Rêxistina Bajêr a Rihayê ya HDP'ê li Rihayê Newroz pîroz kir.

Rêxistina Bajêra HDP'ê li taxa Eyûbiyê ya Rİhayê bi dirûşma ''Dem dema serkeftinê ye'' agirê Newrozê pêxist. Wekîlên Rihayê yên HDP'ê Ayşe Surucu, Omer Ocalan, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Rihayê û gelek kes dema pîrozkirinê hazir ûn.

Dema pîrozbahiyê bi dirûşmeyan hate gotin, ''Bijî Newroz''. Gel xwe di ser agir re avêt û got,''Dema dema serkeftinê ye''

Her wiha li dora êgir govend hate gerandin. Di bernameyê de ji bo Newrozê u wê 20'ê Adarê were pîrozkirin belavok hatin belavkirin. 

19'ê Adarê li Pirsûê, 20'ê Adarê li Rihayê û 21'ê Adarê jî li Wêranşarê bi tevlêbûna Serekwekîla Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş û wekîl Omer Ocalan wê Newroz were pîrozkirin.