Li Rihayê 2.000 donum zevî pêşkêşî Lîmakê kirin

Li gundê Kirkpinar û Korukeze a Rihayê ku fistiqên herî baş lê şîn tên, 20 hezar donum zevî pêşkêşî fîrmaya Lîmakê kirin ku xwediyê wê Nîhat Ozdemîr e û weke qeseya AKP’ê tê zanîn.

Heke rapora ÇED’ê ya Midûrîyeta Bajêr a Çandiniyê ya Rihayê erênî be, piştî biryara rakirina wesfê mêrgê, ji bo  Lîmakê ku rapora erênî ya ÇED’ê stand, wesfê vê qadê weke Mêrg diguhere.

Ji hêla Şaredariya Kayapinarê ya Amedê ve, li ber ku di plana îmarê de daristana bajêr bû û ji bo ku dar lêh atin çandin AKP’ê lêpirsîn vekiribû, gundiyên Rihayê ku bi mebesta bibe daristan dewrî Wezareta Daristanê kirî, 2 hezar donum bi rengê Ocaxa Kilsê dewrî fîrmaya Lîmakê ya Nîhat Ozdemîr kirin.

Li derdora vê qada mêrgê ku cîranê sînorê 20 gundên Rihahê ye, fistiqên herî baş şîn tên. Li gel hemû nerazîbûna gundiyan qada mêrgê ji hêla hikûmetê ve hate pêşkêşkirin, piştî ku gundiyan bi şertê ku bibe daristan dewrî Wezareta Daristanê kirî, li şûna ku dara leb içînin dewrî Fîrmaya Lîmakê kirin.

Piştî ku daxwaza fîrmayê ku vê qadê ji mêrgbûnê derxînin gihaşte Midûrîyeta Çandiniyê ya Bajêr a Rihayê, Midûrîyetê diyar kir ku rapora erênî ya ÇED’ê bînin, wê rewşê qebûl bikin û ji pêşkêşkirinê re çav şikand. Çileya 2016’an di civînê de ku hinek gundiyên bi fîrmayê re hevkar jî hebûn, rapora ÇED’ê hate nîqaşkirin. Di civînê de ku tenê gundiyên bi fîrmayê re têkildar û kêm gundiyên din hazir bûn, li gel nerazîbûna gundiyan jî komîsyonê rapora ÇED’ê erê kir.

Piştî vê erêkirinê, Midûrîyeta Bajêr a Çandiniyê, ji bo ku wesfê mêrgê ya vê qadê rake kete liv û tevgerê. Komîsyona ku bi vê mijarê ava bûyî, xwe sparte hinceta , ‘’ ji bo ocaxa kevirê kilsê û marnê ti alternatîf ji bo projeyê nîn in’’

WEZÎRÊ HAWÎRDORÊ WEK KU NÛNERÊ LÎMAKÊ BE

Mîmarê qeyûmên ser şaredariyên DBP’ê û Wezîrê Bajarvanî û Hawîrdorê Mehmet Ozhasekî qetilkirina qada mêrgê parast.

Ozhasekî bersiv da pirsnameya Wekîlê HDP’ê yê Rihayê Osman Baydemîr, pêşkêşkirin qebûl kir û got, rapora erênî dane projeya ÇED’ê. Wezîr diyar kir kontrol ji hêla wezaretê ve têne kirin û her tişt yasayî ye.