Li Riha û Hatayê sewqiyata dagirkeriyê

Yekîneyên leşkerî yên Tirk ku bi çar otobusan birin navçeya Kaniya Xezalan a Rihayê li Navenda Bicihbûnê ya Demkî hatin bicihkirin. Li Hatayê jî sewqiyata leşkerî hate kirin.

Sewqiyata leşkerî ya artêşa Tirk a li navçeya Kaniya Xezalan a Rihayê didome ku navçe li ser sînorê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Yekîneyên Tirk nîvro bi çar otobusên sivîl li Navenda Bicihbûna Demkî hatin bicihkirin ku par Cotmehê ji koçberên Sûriyeyê hate valakirin. Rojnamevanên ku xwestin li kampê wêneyan bikişînin hatin astengkirin.

Li aliyê din li taxa Tatlicak ê ku bi 3 kîlometreyan nêzî navçeyê ye hin çeperên nû hatin kolandin. Li xeta sînor berê 7 tankan li Girê Spî ye. Li aliyê din tê gotin ku wê bi şev sewqiyateke mezin a leşkerî ber bi sînor ve bê kirin.

Li Hatayê jî sewqiyata leşkerî hate kirin. Bi 50 wesayitên leşkerî sewqiyat ji navçeya Kirikhanê re hate kirin. Li gorî agahiyan wê yekîne ber bi sînor ve bên şandin.