'Li Rezanê hesabên qirêj û rêya rantê tê vekirin'

Hevserokê HDP'ê yê Amedê Zeyat Ceylan got: "Li Rezanê hesap û kiryarên qirêj tên kirin. Hikûmet ji alîgir û derdora xwe re rêya dewlemendiyê vedike û di aliyê din de jî dixwaze demografiya herêmê biguherîne."

Bi Biryarnameya Serokkomariya Tirk, biryar hat girtin ku li taxa Kaynartepe ya girêdayî navçeya Rezan a Amedê qadek ji 53 donimî wek qada bi rîsk hat ragihandin û wê li vir veguherandina bajarvaniyê pêk were. Ev der wek cihê herî kevn ê navçeya Rezanê tê zanîn. Bi hezaran şêniyên vê herêmê hene. Di gava 1’emîn de ku wê bibe qada veguherandina bajarvaniyê 337 avahî û hezar û 354 mal lê hene. Li vî cihê ku tê xwestin veguherînin qada bajarvaniyê 7 hezar mirov hene.

Bi eşkerekirina projeyê re Şaredariya Rezanê li taxê dest bi hilweşandina avahiyên xerabeyî kir. Hevserokê HDPê yê Amedê Zeyat Ceylan têkildarî veguherandina bajarvaniyê ya Rezanê axivî.

‘RÊYA RANTÊ TÊ VEKIRIN’

Ceylan anî ziman ku tê xwestin bi van projeyan rê li ber rantê vekin û wiha axivî: "Li seranserî cîhanê jî veguherandina bajarvaniyê heye, lê belê ev veguherîn bi kîjan awayî tê pêkanîn. Li welatên demokratîk rêveberî bi gel, nûnerên gel û sazî û dezgehên civakî tên li ba hevdû û der barê cihê ku wê bê veguherandin de bi hevdû re biryaran digrin. Her wiha di heman demê de bi saziyên teknîkî yên avahîsaziyan re jî tên li ba hevdû û li ser veguherînê digihêjin biryarê. Lê mixabin li Tirkiyeyê bêyî ku guh bidin gel, nûnerên gel, sazî û dezgehên civakî û avahîsaziyan hikûmet bi tena serê biryar dide û bi vê projeyê jî rê li ber rantê vedike. Di vê çarçoveyê de bi vê projeyê li Rezanê hesab û kiryarên qirêj tên kirin. Hikûmet ji alîgir û derdorê xwe re dewlemendiyê diafirîne. Dîsan li herêmê hemû mafên nîştecihan tê binpêkirin. Heta niha nêrînên ti niştecihên herêmê nehatine girtin û der barê jiyana wan de biryar hatiye girtin."

‘WÊ GEL MEXDUR BIBE’

Ceylan da zanîn ku dema xanî û dikanên welatiyan werin xirakirin wê nîştecihên herêmê mexdûr bibin û wiha pê de çû: "Ev xanî werin xirakirin, gelo wê nîştecihên Rezanê li kû derê werin bi cîh kirin? Wê ev welatî bi çi debariya xwe bikin? Di vî alî de ti agahdarî nehatiye kirin û bilez û bez li Rezanê biryara veguhertina bajarvaniyê hatiye girtin. Ti xizmet tine ye û tenê di bîlbortan de dibêjin em ê xaniyên nû çêkin û avahiyên nû saz bikin. Gelo dema ev avahî werin çêkirin wê ji nîştecihan çiqas pere were girtin? Wê mal û milkê nîştecihan bi çi rêjeyê qebûl bikin? Divî alî de jî ti agahdarkirin tineye. Ji bo vê yekê mexdûriyeteke aborî jî çêdibe."

‘DIXWAZIN DEMOGRAFIYA HERÊMÊ BIGUHERÎNIN’

Ceylan destnîşan kir ku xala herî girîng, hikûmet dixwaze demografiya herêmê biguherîne û wiha dom kir: "Dixwazin di aliyê siyasî de bi civakê bilîzin û demografiya herêmê biguherînin. Dixwazin li dewsa nîştecihên Rezanê kesên biyanî bi cîh bikin. Dixwazin bi vê projeyê ruhê civakî û cîrantiyê ji holê rakin. Em ê teqez destûr nedin ku demografiya herêmê were guhertin û ruhê cîrantiyê ji holê bê rakirin. Dibe bikarin bi darê zorê avahiya xira bikin û bi darê zorê avahiyên nû saz bikin. Lê bi ti awayî wê nekarin ruhê civakî, cîrantî, xwedî derketin û li xwe xwedî derketinê ji holê rakin. Eger armanc qelskirina dengê HDP’ê û xwedî derketina HDP’ê be wê teqez di vê planê de bisernekevin. Ji ber ku me li Nisêbîn, Gever, Cizîr û Sûrê dît. Ti carê gel ji dest vîna xwe bernade."

‘AVAHIYÊN ZEHAR’ 

Ceylan bilêv kir ku mînaka avahiyên zehar (ucube) yên Sûrê li ber çavan e û ev tişt got: "Rayedarên dewletê digotin, ‘em ê li Sûrê avahiyên weke dîroka Sûrê saz bikin’ Lê belê hinek avahiyên ku ti eleqeya xwe bi Sûrê re tineye û zehar saz kirine. Niha nikarin avahiyên Sûrê ji xwe re bikin mijara propaxandayê. Vê gavê dibêjîn, ‘em ê li Rezanên li gorî xwezaya navçeyê avahiyên dîrokî saz bikin’. Li hemberî vê em bi gumanin û tişta li Sûrê hatiye kirin, dibe xwe li Rezanê jî dibare bike. Em ê weke HDP’ê şopdarên vê projeyê bin û li pey mafê welatiyên xwe bibin. Em ê destûr nedin ku gelê me were mexdur kirin. Her wiha em ê destûr nedin bajarê me bi fikrên endezyarî were xirabkirin û xaniyên zehar bên avakirin.”

‘DÎROKA RANTÊ’

Ceylan destnîşan kir ku ji roja qeyûm hatiye tayînkirin û heta roja îro dîroka Rezanê bûye dîroka rantê û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Di reklamên xwe yên di bîlbortan de dibêjîn, ‘Em ê Rezanê li gorî dîroka wê veguherînin’ Dîroka Rezanê dîsan dîroka rantê ye. Dema şaredariyên HDP’ê hatin xespkirin, qeyûman ti xizmet nekiriye û rêya rantê li herêmê vekiriye. Li gorî pêdiviyên gel xizmet nekiriye û li gorî pêdiviyên xwe xebitîne. Niha li xelkê me yê Rezan nêzîkatiyên rantê tê ferzkirin. Me li Sûrê dît ku ev hikûmet çiqas li avahiyên dîrokî xwedî derketin. Tê plankirin bi heman hişmendiyê Rezan jî veguherînin. Em ê rê nedin siyaseta derew, em ê hemû direwên wan teşîr bikin. 

Weke HDP em çûn navçeyê û em bi gel û keyayên taxan re hatin li ba hevdû. Agahiyê ti kesê ji vê projeyê tineye û wan bi xwe jî ev proje ji pîlbortan hîn bûne. Wê çi bibe û çi biqewîme gel nehatiye agahdarkirin. Divî alî de ti temînatek nehatiye dayîn û şêlotiya projeyê berdewam dike. Gel jî nizane wê çi bê serê wan. Em ê di vî alî de li gel gelê xwe bin û di her alî de gelê xwe agahdar bikin.”